KCK: Artêşa Tirkiyeyê dixwaze şer dest pê bike

12-04-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan - Hevserokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand ku, Artêşa Tirkiyeyê dixwaze pêvajoyeke şer dest pê bike û hişyarî da Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Yalçîn Akdogan û AK Partiyê.

 

KCKê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kkir, Artêşa Tirkiyeyê li Çiyayê Tendûrekê operasyon da detpêkirin û li hemberî xelkê kurd ên sivîl , gule berdan û di encamê de Serokê navçeya Diyadîn yê berê Cezmî Budak jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

 

 KCKê dest nîşan kir ku, dema ew li daxuyaniyên dawî yên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û hikûmetê dinêrîn, diyar dibe ku wan amadekariya hinek operasyon û provakasyonan kirine û ev buyer yek ji encamên wê ne.

 

Di daxuyaniya KCKê de wiha hat otin: “Erdogan ji bo sîstema serokatiyê bîne Tirkiyeyê û AKP jî ji bo pêşî li belavbûna xwe û trenda windakirina hêza xwe bigire, çiqas jê bê ew ê serî li her şêwe  provokasyonan bidin."

 

Hevserokatiya KCKê  got ev yek ji bilî sorkirina şer, nayê ti wateyê û wiha domand:

“Em Yalçin Akdogan û AKPê hişyar dikin! Eger hînê bi agir bilîzin, wê dawî li xwe bînin, wê bi tenê xwe bişewitînin. Di rewşeke ku em li gorî ruhê pêvajoya agirbestê tevdigerin de dewleta Tirk her roj bi balafirên şer û keşfê, bi obus û topan êrişî herêmên gerîla dikin. Li ser bingeha parastina rewa, ev êrş dê qat bi qat bersiva xwe bibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst