Rojnameyên Tirkiyê – Wezîrê Navxwe: Li Silopiya nêzîk e lê li Sûr û Cizîrê na!

12-01-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Stenbol (Rûdaw) – Rojeva îro ya rojnameyên Tirkiyê mijarên cuda cuda ne. Rojnameya Hurriyetê behsa qanûna nû ya xebata penaberan li Tirkiyê kiriye û ragihandiye, penaber dikarin bixebitin lê divê rêjeya wan ji %10 derbas neke. Rojnameyekê jî behsa daxuyaniyên Wezîrê Navxwe kiriye û gotiye, emê di nav çend rojan de li Silopî encam bigirin lê li Sûr û Cizîrê hîn dê operasyon bidomin.

CUMHURIYET


-Çi tişt teror e di vê yekê de?

Serdozgerê Bakirkoyê dozê vedike derbarê pêşkêşkar Beyazît Ozturk û mamoste Ayşe Çelîk û produserê televîzyonê de bi hinceta ku propagandaya rêxistina terorî kirine li ser ekranê. Dawiya hefteyê mamoste Ayşe Çelîk bi telefonê tevlî bernameya Beyaz Show bû û got, li başûrê rojhelatê Tirkiyê her roj zarok û dayîk û sivîl tên kuştin û mafê we tune hûn li rojava ewçend bêdeng bimînin. Serdozger, ji ber ku pêşkêşkar û çêkerên bernameyê rê dane vê axaftinê, xwest ev kes bên darizandin..

HURRIYET


-Destûra xebatê ji bo penaberan…
Berdevkê hikûmetê Nûman Kurtulmuş, êdî destûra xebatê dê hebe ji bo penaberên ji Sûrî hatî. Ev destûr dê li ser çend şert û mercan bimîne: ew kesên ku 6 meh bi ser destûra mayîna wan keve dê bikaribin dest bi kar bikin. Dê bi tenê bikaribin li bajarên ku lê dimînin di karekî de bixebitin ew jî divê li ciyê kar hejmara wan ji %10 î derbas neke. Ji bo penaberên ku di kar û barên çandiniya zeviyan û xwedîkirina heywanan de kar dikin, dê ziyatir rê pê bê dayïn ku bikaribin kar bikin..herwiha li nav kampan jî penaber bi rêkûpêkî tên xebitandin û perwerdekirin ji bo dema welatê wan bi ser xwe ve hat, bikaribin vegerin û li wir kar bikin.


- Êrîşkarê li Marsey li Fransa, xortê 16 salî ku li ser navê DAIŞ mamosteyekî cihû birîndar kir ,Tirk derket.

MİLLİYET


-Hêza Elbakê hat rûxandin…
Li Wanê li Elbakê (Başkale) rojek berê tîma PKKê ku ji 12 kesan pêk dihat bi operasyonekê hatibû tunekirin. Di vê operasyonê de giliyên bi ser îstixbaratê de zaf bi kêr hatin. Ev tîma ku di vîllayekê de xwe bi cî kiribû, li gor vekolîna îstîxbarî bi çekên giran daketibûn bajêr ku dema biharê dest bi çalakiyên tund bikin. Ew vîllaya ku kiribûn cebilxane ji çekan, nêzîkî walîtî û binkeyên leşkerî ye.


- Wezîrê Navxweyî, Efkan Ala , li Silopya di nav çend rojan de emê encamekê bi dest bixin lê li Sûr û Cizîrê hê demeke din pêwîst e ku operasyon bidomin.

HABER TURK


-Penabertiya sexte...

Li ser rêya penabertiyê, piştî Efxanî û Iraqiyan niha Tirk jî bi sextekarî xwe dikin weke welatiyên Sûrî û berê xwe didin Awrûpa. Li Stembolê malbateke ji Mêrdînê bi 15 hezar Euroyî kaxezên nasnameyên sexte bi dest xistin û weke ku ji Sûrî bin heta bi Almanya çûn û mafê penabertiyê bi dest anîn.


- Sefîrê Îranê Bîgdêlî, di demeke nêzïk de Îran û Tirkiye dê pêwendiyên xwe germ bikin, tiştên baş bibin. Meseleya di navbera Sûrî û Rûsya de tiştek e lê Tirkiye û Îran tiştekî din e..

YENİ ŞAFAK


-Endamparlamanên dilxwaz li ser kar in…
AKP 3 endamparlaman tayîn kirin ji bo bajarên wek Colemêrg, Dêrsim û Şernex ku di hilbijardinan de ji van deveran nekarî kesî bişîne meclîsê. Ev endamparlamanên ku herin van bajaran bi dilxwazî diçin li wan deran nûnertiya AKPê bikin.


- Hevkarên tawanbariya PKKê.. 1128 akademîsyen bi daxuyaniya ku dan, piştgiriyqa PKKê dikin. Ev hemû akademîsyen li Anqara û Stembolê bi daxuyaniyekê bang li saziyên navneteweyî kirin ku werin li ciyên operasyon lê pêk tên çavdêriyê bikin û bûyerên diqewimin bikin rapor..di gilînameya wan de tew navê PKKê derbas nabe..

EVRENSEL


-Li Cizîrê xelk di ber tirsa ruhê xwe de ye, derdê bankan jî pere ye...

Li Cizîrê kes nikare serê xwe ji şibakeyan dirêj bike, yê dike jî tê kuştin, bankên li bajêr jî bi lezûbez telefonî deyndaran dikin ku deynên krediyan bidin..yek ji wan bankan ING li şêniyekî digere ku teqsîdên deynê xwe razîne, di demekê de ku bank bi xwe jî ji ber operasyonan girtî ye. Yê welatiyekî din jî ji ber deynan kartên wî hatin betalkirin.


-1128 akademîsyen bi bangekê gotin em bi bê dengî nabin şirîkê tawanên dewletê. Bila operasyon rawestin, muzakere dest pê bikin û di van danûstandinan de kesên bê alî weke çavdêr cî bigrin û hikûmet bi lez nexşerêyekê deyne ber xwe ji bo çareseriya pirsa Kurd.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst