Saruhan Oluç: Ya li Cizîrê bûye hovîtî ye

11-04-2022
RÛDAW
Nîşan Saruhan Oluç HDP Cizîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Fraksiyona HDPê Saruhan Oluç , serdegirtin û pişkinîna polîsa ya îro 11ê Nîsanê li avahiya navenda partiya wan li navçeya Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnexê, xiste rojeva parlamentoya Tirkiyê.

Serokê Fraksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç di derbarê serdegirtina polîsan ya vê sibê li ser avahiya wan hatîn kirin bi wêneyên ku piştî vê bûyerê hatîn girtin xiste rojeva parlamentoyê. Oluç got: “Hûn bi vî awayî nikarin vîna Cizîriyan ya ku di Newrozê de derketî holê bişkînin.”

Her wiha Oluç bal kişand ser şêwaza êrişkirina polîsan û wêneyên ku piştî serdegirtina polîsan hatîn kişandin nîşanda û diyar kir “Ezê tenê du wêneyan nîşanî we bidim. Ev wêneyên avahiya partiya me ya li Cizîrê ye. Ev wêne piştî serdegirtina polîsan hatine kişandin. Deriyê odeyan hemû hatine şikandin, avahiya 4 qatî wêran kirine, her tişt tarûmar kirine.”

Oluç di berdewama axaftina  xwe de got “Yên ku ev dîmen derxistîn holê bikirêgirtiyên Ewlekariya Cizîrêne, ev wêneyê hovîtiya wa ye. Ev çi rezalete. Hûn bi çi mafî bi ser avahiya me ya çar qatê de digrin û wêran dikin, vêca li bajarekî ku me ji %90 dengan bidest xistî.”

Li gor agahiyên Parlamentera HDPê ya Şirnexê Nuran Imir piştî bûyerê dayîn,Piştî vê serdegirtinê polîsan li Taxên Cûdî, Dagkapi, Nur û gundê Dirseklî bi ser hejmarek malan de girtine, di encama serdegirtina malan de Hevserokê Rêxistina Navçeyê Mesut Nart, Rêvebera HDPê ya Navçeyê Esmer Çikmaz jî di nav de  Osman Kuçuk Maruf Eliş, Şerif Elçioglu, Haci Dalmiş, Ahmet Benzer û Zeliha Yardak bi giştî 8 kes hatine desteserkirin. Derbarê hinceta desteserkirinê de ti agahî nehatine dayîn û li Rêveberiya Emnî ya Cizîrê tên girtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst