Hewlêr (Rûdaw) - Memûra Mehrbirînê ya Daîreya Zewicandinê ya Bakirkoyê Gulay Otlatici bi xeletî bi zava re hat zewicandin.
Gelek caran hinek tişt tên serê memûrên mehrbirînê ku ji fîlman ecêbtir in.
Gulay Otlatici jî yek ji wan memûran e ku li Stenbolê ecêba ji ecêban hatiye serê wê.
Hevjînê Gulay Otlaticiyê sala 2020î miriye û ew sala 2021ê bi xeletî bi kesekî re zewiciye û wê mehra xwe û wî zavayî biriye.
“Min zû tê derxist”
Gulayê bi van gotinan behsa vê bûyera ecêb kir:
“Ez û zavayekî zewicandine. Ez çawa pê hesiyam?
Dema min bi telefonê hesabê xwe yê mobîl vekir min dît ku paşnavê min cuda ye.
Min telefonî bankayê kir û wan jî pirsî ‘Gelo ev paşnavê te yê keçikaniyê ye?’
Min got, ‘Na, ev ne paşnavê min ê keçikaniyê ye jî.’
Min jî telefonî midûriyeta nifûsê kir û min fêhm kir ku ji dêlva hejmara welatîbûnê ya bûkê ve ya min hatiye nivîsandin.
Ez û zava zewicandine. Ez piştî 2-3 rojan pê hesiyam.
Ji ber ku min zû tê derxist xeletî di demeke kurt de hat rastkirin.
Heke 10 roj derbas bibûna divabû em biçûna dadgehê.
Bêyî ku haya min jê hebe ez 2-3 rojan zewicî mame.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse