HDPê li 4 bajaran 4 mitîng li dar xistin

10-04-2017
Kemal Avcı
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçovewya bangeşiya ji bo giştpirsiya guhertina makezagonî ya 16ê Nîsanê duh li Îzmir, Bursa, Mersîn û Enqerê mitîng li dar xistin.

 

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo giştpirsiya guhertina makezagonî ya 16ê Nîsanê êdî çend roj man. Digel nêzikbûnê partiyên siyasî jî hewl dan ku li xebatên xwe bilezînin. Yek ji van partiyan jî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ye.

 

HDPê duh li çar bajaran, çar mîting bi hev re li dar xistin û yek ji wan mîtîngan jî li paytexta Tirkiyê, Enqerê bû. HDPê li Îzmir, Bursa, Mersîn û Enqerê duh mitîng li dar xistin.

 

HDPê, di çarçoveya bangeşeya giştpirsiyê de li paytexta Tirkiyê Enqerê mîtîngek lidarxist.  Çend pêkhateyên HDPê yên ji çepa Tirk jî piştgirî dane mîtîngê. Qada mîtîngê bi flamayên HDPê hate xemilandin. Parlamenterê HDPê yê Enqerê Sirî Sureya Onder jî di mitingê de axaftineke kir.

 

Parlamenterê HDPê Sirî Sureya Onder wiha got: “Ji bo tevahiya mirovên berxwedêr ji elewiyên vî welatî, ji bo kurdan, çerkezan, lazan, kedkaran û jinan hezar carî silav. Em ê di 16ê Nîsanê de bi riyên demokratîk destana rawestandina vê zilmê binivîsin. Em vê yekê bi hev re bikin.”

 

HDP jî yek ji partiyên ku di giştpirsiye de dibêje, nexêr e. Beşdarvanên mîtîngê jî  li dijî guhertina sîstema serokomartiyê derketin.

 

Hemwelatiyiyekî beşdarî mitînga HDPê bûye ji Rûdaw re wiha got: “Em bangî gelê xwe dikin. Em dibêjin Cizîrê ji bîr nekin, dayika Taybet ji bîr nekin, rastiyan ji bîr nekin û bibêjin na. Hûn dizanin, bila her kes bizane, li cîhanê her kes dizane dewleta Tirk li hemberî kurdan ji rojava bigirin, heta rojhilat, li bakur û başûr dijminahiyê dimeşîne.”

 

Beşdariyekê din jî got: “Ev ne bi tenê ji bo xelkê Tirkiyê tenê ye. Em ji bo hemî rojhilata navîn dibêjin na.”

 

Kesekî din jî anî ziman: “Eşitsizlik (mewekhevî) heye, ondan sonra tek kişi (ji bilî wê takekesî), diktatorluk heye ji ber vê em dibêjin na.”

 

HDP dê mîtînga xwe ya dawî di 15ê Nîsanê de li Amedê pêk bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst