Desteya Bilind a Hilbijartinan li ser bikaranîna hibra tiliyan biryar da

10-03-2023
RÛDAW
Nîşan Desteya Bilind a Hilbijartinan
A+ A-

Helwêr (Rûdaw) - Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê daxwaza IYI Partiyê ya bikaranîna hibrê di hilbijartinan de bi hinceta ku pêwîstiya wê bi serastkirina yasayî heye, qebûl nekir û li gorî vê yekê wê di hilbijartinên 14ê Gulanê de hibra tiliyan neyê bikaranîn.

Nûnerê IYI Partiyê li Desteya Bilind a Hilbijartinan Mustafa Tolga Ozturk li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku daxwaza wan a bikaranîna hibra tiliyan di hilbijartinan de ji aliyê Desteya Bilind a Hilbijartinan ve bi hinceta ku pêwîstiya wê bi serastkirina yasayî heye, red kiriye û bi vî awayî wê di hilbijartinên 14ê Gulanê de hibira tiliyan neyê bikaranîn.

Beriya demekê hejmareke welatiyan ji bo ewlekariya hilbijartinan daxwaza bikaranîna hibra tiliyan kiribûn û dest bi kampanyayeke komkirina îmzeyan kiribûn lê ev daxwaz hate redkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst