Penaberên efxanî li Enqereyê ketine gireva birçîbûnê

10-05-2014
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-



Enqere (Rûdaw)- Penaberî arîşe û rastiyeke mezin a cîhanê ye. Li gorî hejmarên ku ji aliyê rêxistinên navdewletî ve hatine belav kirin, li cîhanê nêzîkî 45 milyon kes weke penaber dijîn û hejmara penaberan jî roj bi roj zêdetir dibe.

Tirkiyê yek ji wan welatane ku bi hizaran penaberên ji bo ku biçin ewropa seredana vî welatî dikin, piraniya wan jî îranî, efxanî, pakistanî û sûrî ne.

Wargeha Neteweyên Yekbûyî ya li Enqereyê gellek caran dibe ciyê çalakiya wan penaberan.

Herî dawî penaberên efxanî li ber deriyê avahiya Neteweyên Yekbûyî çadirên xwe vedan û dest bi çalakiyê kirin.

Hinek penaberên efxanî ji bo şermizarkirina helwesta Neteweyên Yekbûyî devê xwe bi derzî û bendikan dûrîn, beşek jî nêzîkî 15 rojên di gireva birçîbûnê de ne û dibêjin heta bersiva wan neyê dayîn ewê dest ji çalakiyên xwe bernedin.

Piraniya penaberên efxanî ji ber şerê Exfanistanê bûne penaber û hinek ji wan jî di encama vî şerî de birîndar bûne.

Her sal bi hezaran penaber ji bo ku biçin Ewropa tên Tirkiyê gelek ji wan jî  di rê de  jiyana xwe ji dest didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst