Cenazeyê hevserokê HDPyî hat veşartin

09-01-2018
Emîn Aba
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Tekirdagê Salim Gumuş, ku bi qezayek trafîqê jiyana xwe ji dest dabû cenazeyê wî bi merasîmeke girseyî li Stenbolê li goristana Yenîbosnayê bi xakê hat sipartin.

 

Hevserokê HDPê yê bajarê Tekirdagê Salim Gumuşê 36 salî ji ber bûyereke trafîkê li Çorluyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Salim Gumuş duh bi merasîmeke girseyî li Stenbolê hat veşartin.


Nimêja wî li Mizgefta Mezin a Fatîha Stenbolê kirin. Hevalê wî Birtan Altan ji Rûdawê re wiha behsa qezayê kir:


“Kafeya xwe digire û li gel hevjîna xwe û xizmên hevjîna xwe, bi tevahî çar kes bi otomobîlê ber  malê xwe diçin. Tekîrdag, êvaran pir sar e û qeşa çêdibe. Wê şevî jî mijek zêde hebû. Dema dixwaze di çarrêyanê derbas bibe li kevirekê dikeve û otomobîla wî diqelibe. Serê wî li zemîna beton dikeve û can dide."


Sê kesên din ên di otomobîlê de bi birînên sivik rizgar bûn.


Cêgirê Serokê Parlamentoya Tirkiyê û Parlamentera HDPê Pervîn Buldan, Parlamenterê HDPê Garo Paylan, hunermend Ferhat Tunç, Rêveberên HDPê, heval û xizmên wî wezîfeya xwe ya dawîn kirin û beşdarî merasima binaxkirina wî birin.


Salîm ji malbateke bajarê Gîresunê ye. Bi eslê xwe tirk e. Di Kongreya HDPê ya pênç meh berê jî wek hevserokê şaxa Tekîrdagê hat hilbijartin. Li Stenbolê mezin bibû lê ev 15 sal in li Tekîrdagê dijiya.


Parlamenterê HDPê Garo Paylan jî got: “Rêhevalê me, hevserokê me Salim, xwedî jiyanek têr ji tekoşînê bû. Mirina wî di demek bê wate de hat. Ji bo aşitî û demokrasî û şoreşê tekoşîn kir. Hêzek mezin dida me. Êşa me mezin e. Xwedê rihê wî şad bike.”


Termê Salîm Gumuşmê 36 salî li goristana Yenîbosna ya navçeya Bahçelîevlera Stenbolê hat veşartin. 


Nivîsîn: Aydin Bayram

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst