Kurdên Stenbolê piştgirî dan referandumê: Em dixwazin dewleteke me hebe

09-09-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Referandum Serxwebûn Kurdistan Stenbol Kurd
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Mijara giştpirsiya serxwebûnê li bajarê herî mezinê Tirkiyê bajarê Stenbolê di nav rojeva ciwanan de jî cîhekî germ girtiye. Keç û xortên Kurd li benda encama giştpirsiyê ne û hêviya wan ew e ku "Belê" bi rêjeyek zêde serkeve. Niha li Kafeyên Kurdan li Stenbolê mijara serek bûye giştpirsiya serxwebûnê.

 

Li Stenbolê li hinek kafeyên Kurdan, ku bi taybet muşterîyên wan xortên Kurd û Ermen in, giştpirsîya Başurê Kurdistanê mijareke germ e. Xortên Kurd vê giştpirsiyê wek derfetek dibînin li hember pêşeroja gelê Kurd.

 

Xwendekara zanîngehê, Ayşenûr Înîk li ser referanduma Başûrê Kurdistanê ji Rûdawê re got: "Ev 100 salin Kurdan kirine çar perçe. Herî kêm perçeyek ji wan bibin dewled wê encamek gellek baş derxîne holê. Ev wê jibo her çar perçeyan derfetek be."

 

Pirtûkfroş, Lezgîn Kitêpçiyan jî beha hêviya xwe bo dîtina Kurdistana azad dike û dibêje: "Emrê min 26 e. Cirkî ez xwe naz dikim heta niha ez dixwazim Kurdistanek bê azad kirin. vaye em ji başur dest pê dikin. Ev hêviyek me ya sed sala bne."

 

Turka Hollandayê ji bajarê Karamanê, Risqat Yilmaz jî nêrîna xwe li ser referanduma Başûrê Kurdistanê ji Rûdawê re wiha tîne ziman: "Ez wek Turkekî di wê baweriya de me ku Kurd jî mafê xwe yê çarenûsê heye. Ger ev maf nedin jî divê wekhevî hebe."

 

Jiyan Kara fenomenekî medyaya civakiye û ew dibêje wê di demekî nêz de ji bo serxwebûnê vidyoyekî amade bike.

 

Jiyan Kara got: "Ji bo Aşitiya nav Rojhetala Navîn Kurdistanek serbixwe pêwîst e. Di nav komên olî û di nav gelên rojhelatê de Kurdistana azad wê bibe birceka aşitiyê."

 

Xwandekarê Kurd ê bi navê Sînan Sakizcioxlu jî diyar kir: "Em hez dikin dewleteke me hebe."

 

Ehmed Arif welatiyekî din ê Kurd ku li Stenbolê bi karkeriyê jiyana xwe derbas dike, referanma 25ê Îlonê weke derfet dibîne û dibêje: "Ev firsateke. divê ji zû de hebûya"

 

Ciwanên Kurd di wê baweriya de ne, ku dê encam her Belê serkeve, û dibêjin em li hêviya mizgîniyê ne.

 

Mamostayên Kurd jî nêrîna xwe li ser referandumê ji Rûdawê re vegotin.

 

Maaz İbrahîmoxlu tekez kir: "Em li vê derê alîgirê HDPê nin lê li başûr yên Barzanî û Telebanî. em yekitiya kurdî dixwazin û serxwebûn xwewna me ye jî"

 

Baran Çelik jî da xuyakirin: "Encam çiqs bilind derkeve wê ewqas baş be. Emê kêfxweş bibin"

 

 

 

Li kafeyên Stenbolê hin hemwelatiyên Başur jî hene û Helbestvan Şivan Zêvkê jî yek ji wan e. Diyariyek wî hebû ji bo televizyona me.

 

Helbestvanê Zaxoyî, Şivan Zêrkê jî got: "Min şeva çû hozanek bnivîsand û ezê vê diyariya Rûdawê bikim..."

 

Kurdên Başûrê Kurdistanê, di 25 îlonê de wê ji bo diyarkirina çarenûsa xwe wê herin ser senduqan û wê peyama xwe ya ji bo serxwebûnê ji hemû civaka cîhanê re ragihîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst