TIRKIYE – 18 hezar û 632 kes ji kar hatine avêtin û 12 sazî hatine girtin

08-07-2018
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Rewşa Awarte Rojname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkliyê di çarçoveya Rewşa Awarte de bi biryarnameyeke nû ya di hukmê qanûnê de 18 hezar û 632 karmend ji kar hatine avêtin. Herwiha 12 sazî, 3 rojname û televîzyonek jî hatine girtin.

 

Biryare roja 18ê Tîrmehê li Tirkiyê Rewşa Awarte bi dawî bibe. Lê di vê çarçoveyê de biryarnameyên di hukmê qanûnê de derdikevin. Biryarnameya herî dawîn jî îro di Rojnameya Fermî de hate belavkirin.

 

Bi biryarnameya jimareya 701, piranî ji karmendên ewlekariyê, 18 hezar û 632 karmend ji kar hatine avêtin. Di nav kesên ji kar hatine avêtin 324 leşker, hezar û 164 polîs û 35 fermandarên jenderme, 199 akademîsyen, 4 cîgirên walî û 4 qaymiqam jî hene.

 

Herwiha 12 sazî, 3 rojname û televîzyonek jî hatine girtin. Herwiha 148 karmendên ku berê ji kar hatibûna avêtin, careke din vegeriyane ser karê xwe.

 

Navê Komeleya Pîşesaz û Karsazên Wêranşarê ya Ruhayê jî di nav saziyên hatine girtin de heye.  

 

Di çarçoveya biryarnameyê de rojnameya Welat, ku li Amedê derdikeve, Demokrasiya Azadîxwaz û herwiha televîzyona bi navê Avantaj jî hatine girtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst