Kîlîs (Rûdaw) - Li bajare Kîlîs yê Bakûrê Kurdistane hejmara penaberan jj hejmara rûniştvanên wî bajêrî zedetir bûye, ji ber vê jî penaber dibêjin êdî derfetên kar li Kîlîsê kêm bûne u bêkari jî zêde bûye.
Penaber dibêjin, girtina deriyen sinorî yên Tirkiyeyê yên bi Sûriyeyê re bandor li wan kiriye û rewşa wan a aborî xirabtir kiriye.
Girtina deriyê sînorî yê li ser sînorê Kîlîsê û Sûriyeyê bandoreke mezin li xelkê navçeyê, penaberan û bazirganan kiriye. Girtina derî bandor li Tirkiyeyê û bazaran jî kiriye, ji ber ku pêştir bazirganan alavên xwe ji Sûriyeyê ve dianîn wî alî.
Herwiha ji Sûriyeyê ve bo Tirkiyeyê, bi hevguhertineke bazirganî hebû, dema ku deriyê sînorî vekirî bû, tevgereke pir baş hebû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse