Stenbol: Eren Keskîn jî di nav de 15 kes hatin desteserkirin

08-04-2023
RÛDAW
Nîşan Eren Keskîn Dayikên Şemiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kolana Îstîklalê ya Stenbolê di çalakiya Dayikên Şemiyê de polîsan rê neda daxûyaniya wan û ew dorpêçkirin. Seroka Komeleya Mafên Mirovan (IHD) Eren Keskin jî di nav de nêzîkî 15 kesan ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Seroka Komeleya Mafên Mirovan (IHD) Eren Keskin Îro Şemiyê 8ê Nîsana 2023an li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku dema xwestine li Qada Galatasarayê ya Stenbolê li ser navê Dayikên Şemiyê daxuyaniyê bidin ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin û niha tên desteserkirin.

Dayikên Şemiyê di çarçoveya 941emîn hefteya çalakiya xwe de xwestin ji Kolana Îstîklalê biçin Qada Galatasarayê. Lê ligel ku Dadgeha Destûrê ya Bingehîn a Tirkiyê (AYM) derbarê çalakiyên wan de biryara “binpêkirina maf” daye, polîsan careke din Dayikên Şemiyê dorpêçkirin û nehiştin daxuyaniyê bidin.

Herwiha di encam de hejmarek Dayikên Şemiyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û Seroka IHDê Eren Keskin jî di nav de bi giştî nêzîka 15 kesan ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin. Li gor zanyariyan dorpêçkirina Kolana Îstîklalê berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst