15 Dayîkên Şemiyê yên hatîn desteserkirin hatin berdan

08-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dayikên Şemiyê yên ku li Qada Galatsay a Kolana Îstîklalê ya Stenbolê hatibûn desteserkirin hatin berdan.

Îro Şemiyê 8ê Nîsana 2023an li Qada Galatasarayê Kolana Îstîklalê ya Stenbolê di çalakiya Dayikên Şemiyê de ku dixwestin daxwiyaniyekê bidin polîsan rê neda daxuyaniya wan û Seroka Komeleya Mafên Mirovan (IHD) Eren Keskin jî di nav de 15 kes ji aliyê polîsan ve hatinbûn desteserkirin.

Di demjimêrên êvara heman rojê de Dayîkên Şemiyê li ser hesabê xwe yê medya civakî nivîsîne: “15 Dayîşkên Şemiyê yên ku li Qada Galatasarayê hatîn desteserkirin hatin berdan, hûn çiqas li gorî biryara Dadgeha Destûrê ya Bingehîn a Tirkiyê (AYM) biçin jî! Em dev ji windahiyên xwe û Qada Galatasarayê bernadin!”

Dayikên Şemiyê di çarçoveya 941emîn hefteya çalakiya xwe de xwestin ji Kolana Îstîklalê biçin Qada Galatasarayê. Lê ligel ku Dadgeha Destûrê ya Bingehîn a Tirkiyê (AYM) derbarê çalakiyên wan de biryara “binpêkirina maf” daye, polîsan careke din Dayikên Şemiyê dorpêçkirinbûn û nehiştinbûn daxuyaniyê bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst