Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Stenbolê, berî çalakiya jinan a “Meşa Şeva Femînîstan” ku biryar bû îro 8ê Adarê bi helkefta Roja Cîhanî ya Jinan bê sazkirin geştên gelek metro û funikularan hatin betalkirin.
Biryar bû îro 8ê Adarê bi helkefta Roja Cîhanî ya Jinan li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê jin çalakiyekê bi navê “Meşa Şeva Femînîstan” saz bikin.
Lê berî wê çalakiyê Parêzgariya Stenbolê geştên gelek metro û funikuleran ji demjimêr 14:00 û pê de rawestandin.
Derbarê mijarê de li ser hesabê Twitterê yê Metroyên Stenbolê daxwiyaniyek hatiye dayîn û tê gotin: “Li ser bingeha biryara Parêzgariya Stenbolê xeta metroyê ya M2 Yanikapi-Haciosman, xeta metroyê ya Şîşhane ya ketin û derketina Kolana Îstiklalalê û funîkulera Taksîm û Kabataş roja Çarşemê 8ê Adarê ji dejimêr 14:00ê şûn de geştên wan tên rawestandin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse