Kemal Burkay: KCK projeya dewletê ye

08-02-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan – Serokê giştî yê berê Hak-Parê Kemal Burkay got ku ti qezenc jî têkoşîna PKKê ya bi çekan ji bo kurdan çênebû ye,  ku di encama wê de kurdan gelek tişt winda kirine.

 

Burkay ji Ajansa Cîhanê re got ku Koma Civakên Kurdistanê (KCK) destpêka salên 2000an hatiye avakirin û wiha got:

 

“KCK ji bo ku PKK û hemû rêxistinên legal girêdayê wê bibe û bi rêya wê bê rêvebirin hat damezrandin. PKK projeyek ya dewletê bû û dewletê bi rêya Ocalan û parêzerên wî ava kir. Ji ber vê yekê jî ew qasî zêde ajanên MÎTê di nav wan de hene.”

 

Burkay diyar kir ku nêrînên wî û yên dewletê yên derbarê pirsgirêka kurdan de ji hevdu cuda ne û got ku ti projeyên hikûmetê di aliyê aştiyê de nînin.

 

Kemal Burkay anî ziman ku dibe Ocalan ji girtîgehê derbikeve û wiha domand: “Heger çareserkirina pirsirêkan û aştî pêk were divê Ocalan jî ji girtîgehê derbikeve.”

 

Burkay derheqê pêwendiyên PKK-KCK û MÎTê de jî wiha got:

 

“Dema ku Ocalan anîn Tirkiyeyê dewletê ji xwe re got bandora wî li ser PKK heye û emê bi rêya wî rêxistinê kontrol bikin. Herwiha dewletê li gorî vê ramanê hewl da û rê neda PKK xwe tesfiyê jî bike. Rayedarên dewletê gotin ku heger PKK tesfiye bibe valayiyek dê çêbibe, lê em dikarin PKK kontrol bikin û emê bi rêya wê jî kurdan kontrol bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst