Berdevkê AK Partiyê: Hedê kê ye bibêje dest li Kurdan nedin

08-01-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Amerîka Kurd PYD Omer Çelîk AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk ragihand ku “aliyên ku dibêjin dest li Kurdan nedin tekez di ajandaya wan de alîkariya ji bo rêxistina terorîst heye û dixwazin wê binixumînin, lê dijî birayên me yên Kurd rojeveke negativ a wan heye. Hedê kê ye bibêje dest li Kurdan nedin!”


Civîna Lijneya Birêvebirin û Biryarê ya Navendî (MKYKê) ya AK Partiyê ya ku bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan hat kirin xilas bû.


Piştî civînê Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk serdana şanda Amerîkayê ya bi serokatiya Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Sipî John Bolton a bo Enqerê de nirxand.


Omer Çelîk wiha got: “Em daxuyaniyên (Bolton û Pompeo) baş nabînin û ew bi qest in. Bolton jî û Pompeo jî baş dizanin ku PYD nûnertiya Kurdan nake û ew rêxistineke terorîst e. Berê çawa li Efxanistanê hevkariyeke kiribin, mixabin heman şaşiyê niha dubare dikin.”

 

Di beşeke din axaftina xwe de Çelîk got ku dostê herî mezin ê Kurdan Tirkiyê ye û wiha pê de çû: “Bila ev neyê jibîrkirin ku tu kes di mijara xwedîlêderketina birayên me yên Kurd de nikare dersê bide Komara Tirkiyê. Dostê herî mezin ê Kurdan heta tekane dostê wan Komara Tirkiyê ye. Dewleta Komara Tirkiyeyê dostê Kurdên li herêmê ye, yên Ereban e jî yê Tirkmenan e jî. Dîrokê nîşan daye ku gelek caran tekane dostê van gelan Tirkiye ye.

 

 Çi kesê ku dibêje Dewleta Komara Tirkiyeyê ku 'Dest nedin Kurdan' hebe bila li eynikê binêrin zilmên ku li Kurdan kirine bi bîr bînin. Tekez di ajandaya wan de alîkariya ji bo rêxistina terorîst heye û dixwazin wê binixumînin, lê dijî birayên me yên Kurd rojeveke negativ a wan heye. Hedê kê ye bibêje dest li Kurdan nedin!” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst