CPT: Pirsgirêkên li ser mafê bingehîn ên Ocalan berdewam dike

07-11-2013
RÛDAW
A+ A-


 

Stenbol (Rûdaw-DÎHA) - Komîteya Astenkirina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) rapora xebata salekê aşkere kir. CPT'ê di raporê de diyar kir ku pirsgirêkên mafên bingehîn a Rêberê PKKê Abdullah Ocalan berdewam dike.

CPTê di rapora xwe de ku li Strasbourgê aşkere kir, behsa rewşa Ocalan, zarokên mexdûr ên TMKê û rewşa girtîgehên Tirkiyeyê jî cih kir.

Endamê şanda CPTê yê ku li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin kir, Jean-Pierre Restellinî diyar kir ku Ocalan di kontrola tenduristiyê re derbas dibe, lê ji aliyê kesên pispor ve muayene nabe.

Di raporê de hat diyarkirin ku şanda CPTê di 16-17ê Çile de bi Rêberê PKKê Ocalan re hevdîtin pêk anîye.

Cîgirê Serokê CPT'ê Jean-Pierre Restellinî, di raporê de anî ziman ku mafê bingehîn ê Ocalan tê binpêkirin û pirsgirêk hêj çareser nebûne.

Restellînî, da zanîn pirsgirêka ragihandinê ya bi Ocalan re jî berdewam dike û wiha got: “Me derbarê tiştên ku bên kirin de rapora xwe ji hikûmetê re jî şand. Me di raporên berê de jî diyar kiribû ku ji bo mafê parastinê, ragihandinê û daxwazên taybet dikare bi çend kesên taybet re hevdîtin bike. Me hêvî kir ku pêşniyarên me têxin meriyetê. Lê hêj ev pêşniyar pêk nehatine. Pêşniyarên ku pêk bên hene."

 

Restellînî bal kişand ser zarokên mexdûrên TMKê jî û da zanîn ku zarok li girtîgehan rastî tacîz û tecawizê hatine û ev yek rastiyek e.

Restellinî destnîşan kir ku doktorên ku lazim e pêkanînên xerab û îşkenceyê bikin rapor jî ji tirsan newêrin vê yekê aşkere bikin û nikarin raporê binivîsin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst