Rojnameyên Tirkiyê – Petrola Kurdistanê bi tankêrên qedexe tên hinartin!

07-10-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Stenbol (Rûdaw) - Xwebicîkirina Rûsya li Sûrî û avakirina sîstema parastina asmanî ji alî wê ve, li ser manşetên rojnameyan e. Guftûgoyên li dor vê rewşa nû û helwesta Tirkiyê mijarek din a rojeva rojnameyan e.Encamên hin rapirsiyan û hilbijardin jî ji rûtîna ronevê ye.


ZAMAN


-Li Ceyhanê 4 tankêrên bi guman yên neftê…
Li gel ku Bexda qedexetî daniye ser tankêra Unitet Emblem, dîsa jî herî zêde ew tankêr petrola bakûrê Iraqê radigihîne nav bazara cîhanî. Li ser tenkêrên ku ji Tirkiyê petrola Kurdan bar dikin ber bi Îsraîlê, agahiyên seyr derketin holê. 4 tankêrên ku ji Ceyhanê bi rê dikevin nasnameya wan tê veşartin. Li ser lîsteyê ne nav ne al ne jî agahiyên li ser giraniya bar cî digrin. Pispor dibêjin ji bo ku welatê vê neftê werdigre aşkere nebe wiha bê nav didin ser avê.

HABER TURK


-AKP û CHP bilind dibin…
Kompaniya Andy-Ar ku encamên 5 hijbijardinan zanî, rapirsiyekê çêkir li gor wê îro heke hilbijardin be AKP ji %40.6 CHP ji %27.1 MHP ji %15.2 HDP ji %12.1 e.


CUMHURIYET


-Hakan Fîdan piştî hilbijardinan namîne…
Li gor axaftina AKPyiyekî sereke, piştî hilbijardinan ji bo musteşarê MÎTê Fîdan hewl tê dayîn ku di karekî din de bê bicîkirin, an here Washington an jî li Neteweyên Yekgirtî were ser karekî. Herwiha wî got, Erdogan bû ku dawî li proseya aştiyê anî. Di hilbijardinan de jî li gor AKP ku bi xwe hin rapirsiyan pêk tîne, ne xuyaye bi serê xwe bibe deshilat û eger Dawûdoglû deshilatê bi dest neyne, piştî hilbijardinan dê kongreyeke mezin li dar keve.


MILLIYET


-Rovanşa hiqûqî…
Di doza Ergenekonê de dor hate ser temyîzê, dozên bi sedan salan ku ceza ji bo wan dihat xwestin, niha dê bi milyonan lîre qerebû bi dest bixin.


- Li ser sînor zexta xeternak. 8 heb F-16 yên Tirkiye ji alî MÎG 29an ve hatin tacîzkirin.

HURRIYET


-Lîstika bi agir…
Rûsya jetên Tirk tacîz kir, Erdogan hişyariyê da bi Rûsya û got, ev hewldanên te yekser li dijî NATOyê ne.  Rûsya li peravên Sûrî keştiyeke bi  300 fûzeyan bi cî kir, bi vê yekê bi awayekî fiîlî li başûrê Tirkiyê, bakûrê Îsraîl û li Sûrî herêmeke "dij bi firrê" pêk anî.


- ji bo 32 saet mesaî, prîma 4 salan. Parlamanterên ku di mijdarê de vê carê nebûn endam dê prîmên wan yên tenduristiyê û heta sax bin mesrefên wê dewlet bide.

SABAH


-Ne mumkîne em sebir bikin.

Erdogan; eger Rûsya dostaniya me ji dest bide dê zaf tiştan ji dest bide. Êrîşeke bi ser Tirkiyêde bi heman wextî bi ser NATOyê ve jî tê hesêb. NATO helwesta xwe zelal kir. Bê helwestî dê li kerameta Tirkiyê nexwe.

TURKIYE


-Şerrê hêzdariyê…
Dinya dîsa bû du cemser. Parêzvanê Esed Rûsya, dakete qadê, Çîn jî amadekariyê dike ku daxil bibe, Misr jî xwe da rex wan, li hember wan Amerîka û hêzên NATOyê dimîne. NATO ragihand ku derbaskirina ji sînorê asmanî yê Tirkiyê bi zanebûn bûye ne bi şaşî ye. Pispor dibêjin bi vî awayî dinya gihîşt ber derçika şerrekî cîhanî.


- Mirin li ber deriyan e. PKK li ciyên ku şer lê heye ji xelkê dixwaze ku derî û paceyan vekirî bihêlin ji bo rêya revê, yên ku li dij derketin malên wan gullebaran kirin.

YENİ ŞAFAK


-Li Laziqiyê mertalê hewayî.
Pûtîn herêma hewayî ya dij bi firrînê ava kir. Ew mertalê ku bi cî kir Krasukha-4 bi awayekî di nav qada 300 kîlometrî de, sînyalan qet dike û sîstema balafirrên nêzîk dibe kilît dike, nahêle bighîjin wir.


- Li kombûna lûtkeya ewlehiyê Dawûdoglu biryar da ku li ser sînor, li Mêrdîn, Antaqya û Kilîsê sîstema parastina hewayî bi keysbikin.

GUNDEM


KCK bang li gelê kurd û hêzên demokratîk kir ku li hember faşîzma li Kurdistanê li ber xwe bidin.


- Dêrsimê fermandeyê xwe yê şehîd oxir kir.


- NATO bertek nîşan da bi şûnda Erdogan dengê xwe hilda li ser tacîzên Rûsya yên asmanî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst