Peyamnêrê Rûdawê: Îzmîr ji ber koçberên Başûrî, bûye Hewlêr û Silêmanî!

07-02-2016
RÛDAW
Koçber
Koçber
A+ A-

 

Îzmîr (Rûdaw) – Tirkiyê dest bi girtina wan kesên ku koçber û penaberan bi qaçaxî derbasî Ewropa dikin, kiriye. Peyamnêrê Rûdawê jî ragihand, li nav bajarê Îzmîrê tijî kurdên Başûrê Kurdistanê yên dixwazin derbasî Ewropa bibin, bûne.

Peyamnêrê Rûdawê li Îzmîrê, Hêvîdar Ehmed ragihand, di heyama 2 rojên borî de 49 qeyîkên ku koçber û penaberên bi qaçaxî ji Tirkiyê derbasî Ewropa dikin, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatine zeftkirin.

Hêvîdar Ehmed her wiha da zanîn, li nav bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê tijî kurdên Başûrê Kurdistanê yên dixwazin derbasî Ewropa bibin, bûne.

Li gorî Hêvîdar Ehmed, kolanên Îzmîrê mîna kolanên Hewlêr û Silêmaniyê lê hatine.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku ewên ku dixwazin derbasî Ewropa bibin, dibêjin, yan emê derbas bibin yan jî emê li nav deryaya Ege de bixeniqin ji ber ku êdî em naxwazin vegerin Kurdistanê.

Hêvîdar Ehmed behsa bûyerek sosret jî kir û got, zilamekî 7 zarokên xwe ji dest daye lê hîn jî rijd e li ser çûyînê. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst