Arinç: Di bin navê weqfên îslamî de keç û xort ji bo cîhadê tên şandin

06-07-2014
EHMED EKAŞ
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê serokwezîrên Tirkiyê Bulent Arinç dibêje, di bin navê komele, sazî û weqfên îslamî de ciwanan tevger dikin, û ji bo cîhadê wan birêdixin, û ji îslama rast wan bidûr dixin.

 

Arinç piştî vekirina waqfa lêkolîn û şêwermendiya bi navê Ardevê li Stenbolê diyar kir ku, pêwîste lêkolîneke baş bê kirin û rê ji xebatên rêxistina ciwanên Tirkiyê re di bin navê îslam û cîhadê neyê dayin, lê tevî ku hin ciwan tevlî wan rêxistinên radîkal bûne jî, Ew rêxistin nikarin ciyê xwe li Tirkiyê çêbikin û berdewam bikin.

 

Bulent Arinç dest nîşan kir ku, ew bawer nake ku hijmarên  hemwelatiyên Tirkiyê yên tevlî wan bûne gelek bin, lê eger kêm bin jî ji bo Tirkiyê geleke û kêmasiyeke mezine.

 

Cîgirê serokwezîrên Tirkiyê amaja bi ragihandina Xîlafa îslamî ji aliyê DAÎŞê li Îraq û Sûriyê kir û anî ziman ku, dibêjin ku ew rêxistin xîlafet ragihandiye, lê kiriyarên wan li dijî îslamê ye, dibêjin Laîlaha îllaalah û seriya dibirin, û bi her awayî tund û tûjiyê dikin.

 

Wek tê zanîn partiyên opozîsyona Tirkiyê gelek rapor derbarê rêxistinên îslamî yên radîkal li Tirkiyê ku bi sedan ciwanan tevger dikin û dibin navê cîhada îslamî wan dibin Sûriyê û Îraqê dan perlemana Tirkiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst