Ekrem Îmamoglu û Mansur Yavaş serdana Meral Akşener kirin

06-03-2023
RÛDAW
Nîşan IYI Partî Ekrem Îmamoglu Mansur Yavaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Şaredarê Eqnerê Mansur Yavaş ji bo bi Seroka IYI Partiyê Meral Akşener re hevdîtin pêk bînin çûn Navenda Giştî ya IYI Partiyê.

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener piştî 12emîn Civîna Tifaqa Millet bi daxuyaniyên tund ji maseya 6 partiyan rabû.

Akşener Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê (ABB) Mansur Yavaş û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin (IMM) a Stenbolê Ekrem Îmamoglu wek berbijêrê serokomariyê destnîşan kiribû û bang li wan kiribû ku bi erka xwe re rabin.

Îmamoglu û Yavaş banga Seroka IYI Partiyê Akşener red kiribûn.

Ji Îmamoglu û Yavaş daxuyanî

Piştî civîna bi Akşener re Îmamoglu got “ Em vê serdanê bi agahiya birêz Kemal Kiliçdaroglu dikin. Em dizanin ku stratejî û hebûna maseya şeşan pir girîng e. Ji ber vê yekê em li vir in”

Yavaş jî dibêje “ Em şaredarên Tifaqa Millet in. Em hemû bi hev re hatin cem hev. Me bajarên mezin ên mîna Enqere û Stenbolê bi dest xist. Daxwaza gelê me ye ku piştî karesateke bi vî rengî ya erdhejê careke din bên cem hev û van birînan derman bikin. Dê bên nirxandin.”

Pêşniyar “Bila Yavaş û Îmamoglu bibin cîgirê serokkomar”

Berdevkê IYI Partiyê Kurşad Zorlu jî got “Me pêşniyar kir ku Mansur Yavaş û Ekrem Îmamoglu bibin cîgirên serokkomar.”

Civîn ji saet 14:00’an bo 15:00an hat paşxistin

Li aliyê din civîna CHP, Partiya Saadet, DEVA, Partiya Pêşerojê ku Tifaqa Millet pêk tînin û dihat çaverêkirin demjimêr 14:00an de bê lidarxistin bo demjimêr 15:00an hat paşzistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst