Odeya Pizîşkan a Enqerê: Rojane 7 pizîşk ji Tirkiyê koç dikin

05-08-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Koça Bijîşkan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Odeya Pizîşkan a Enqerê (ATO) ragihand ku li seranserî Tirkiyê rojane 7 pizîşk koçî welatên din dikin.

Odeya Pizîşkan a Enqerê derbarê koça pizîşkan ya ji Tirkiyê de raportek belav kir.

Li gor raportê li zanîngehên dewlet û weqfan bo beşa pizîşkî di sala 2003an de 4 hezar û 550 cih hatine veqetandin û ev hejmar di sala 2022an de bo 18 hezar û 434 cihan zêde bûye.

Di raportê de tê gotin her çiqasî hejmara pizîşkan zêde dibe jî lê pizîşkên pispor ji ber şert û mercên ne baş ên Tirkiyê koçî welatên din dikin.

Li gor amarên raporta ATOyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di zanîngehên weqfan de 14 hezar û 445 û di zanîngehên dewletê de jî 100 hezar û 995 bi giştî 115 hezar û 400 xwendekarên pizîşkî hene.

Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) jî ragihandibû ku di meha Tîrmeha îsal de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê vê dawiyê koça pizîşkan ji bo derveyî Tirkiyê zêde bûye û 231 pizîşkan daxwaza belgeya çûna welatên din kirine û tê pêşbînikirin ku heta dawiya salê 3 hezar pizîşk biçin welatên din.

Li gor amarên Yekitiya Pizîşkên Tirk (TTB), di 10 salên dawî de 5 hezar û 35 pizîşkan ji ber şert û mercên zehmet ên kar, kêmiya mûçe û tundûtîjiya li beramber wan ji Tirkiyê koç kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst