Polîsan di çalakiya HDPê de destwerdan kirin: Kurê Gergerlioglu hat desteserkirin

05-07-2021
RÛDAW
Nîşan HDP Omer Faruk Gergerlioglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çalakiya HDPê ya ji bo parlamenterê xwe yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu ku îro li ber deriyê Zindana Sincan a Enqerê hat lidarxistin, rastî destwerdana hêzên polîsên Tirkiyê hat û hejmarek kes hatin desteserkirin.

Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) îro ji demjimêr 11:00 berî nîvro ve ji bo Omer Faruk Gergerlioglu li ber Girtîgeha Sincanê ya Enqerê çalakiya Nobeta Edaletê saz kir.

Çalakiya îro piştî biryara Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê ya derbarê parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglu de tê, ku ragihandiye mafê Gergerlioglu hatiye binpêkirin û divê bê berdan.

Piştî derbasbûna demekê bi ser destpêkirina çalakiyê re, kesên beşdar di çalakiyê de xwestin li ser navê HDPê ji raya giştî û medyayê re daxuyaniyekê bixwînin, lê polîsan destwerdan kirin û di navbera herdu aliyan de alozî derket.

Ji ber destwerdana polîsan, daxuyaniya HDPê ya çalakiya ji bo Omer Faruk Gergerlioglu nehat xwendin.

Di dîmenên dema destwerdana polîsan de tê xuyakirin, ku hêzên polîs tundiyê li hember kesên HDPyî û beşdarên di çalakiyê de bikar tînin.

Di encama destwerdanê de, hêzên polîs kurê Omer Faruk Gergerlioglu, Salih Gergerlioglu desteser kirin.

Piştî desteserkirina Salih Gergerlioglu, polîsan kameramanê Arti TV Nazim Fayik, Bahadir Demircan û rayedarên navçeyê yên HDPê Ali Imran û Melek Çetinkaya jî desteser kirin.

Kesên îro hatin desteserkirin, birin qereqola Fatih a Sincanê.

 

HDPê duh şev derbarê çalakiya xwe ya îro de li ser twittera xwe ragihandibû: “Em sibê di saet 11.00an de ji bo parlamenterê xwe, Omer Faruk Gergerlioglu yê ku tevî biryara Dadgeha Destûrê rehîn hatiye girtin, li ber Girtîgeha Sincanê di Nobeta Edaletê de ne. Em dê li her derê li dijî darbeçiyên ku biryarên Dadgeha Bilind a Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûrê pêk nahînin, têkoşîna xwe bidomînin.”

Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê roja 1ê Tîrmeha îsal (beriya 4 rojan) derbarê Omer Faruk Gergerlîoglu de ku berî niha parlamenteriya wî hatibû hilweşandin, biryara xwe aşkere kir û ragihand ku “mafê xebata siyasî, ewlekarî û azadiya Omer Faruk Gergerlîoglu hatiye binpêkirin.”

Dadgeha Destûrê herwiha nivîsek jî arasteyî dadgeha xwecihî kir û daxwaz kir ku Gergerlîoglu bê azadkirin. Dihat çaverêkirin, ku li gor proseya hiqûqî, Gergerlîoglu bê berdan lê belê heta niha jî hikûmeta Tirkiyê biryara berdana wî cîbicî nekiriye.

Omer Faruk Gergerlîoglu ku parlamenterê HDPê yê bajarê Kocaelî yê Tirkiyê bû û bi xebatên xwe yên ji bo mafên mirovan û civaka sivîl tê naskirin, ji ber peyamên xwe yên li ser torên civakî derbarê wî de doz hatibû vekirin. Di encama wê dozê de bi hinceta “propagandaya rêxistinê” 2 sal û 6 meh cezayê zindanê li Gergerlîoglu hatibû birîn û dosya bo parlamentoyê hatibû şandin.

Biryara derbarê wî de roja 17ê Adarê li lijneya giştî ya parlamentoyê hatibû xwendin û parlamenteriya Omer Faruk Gergerlîoglu hatibû hilweşandin.

Biryara dadgehê, rakirina parêzbendiyê û stendina mafê parlamenteriyê ji Gergerlîoglu karvedanên ciyawaz li pey xwe anîbûn û bûbû cihê nerazîbûneke mezin.

Omer Faruk Gergerlîoglu jî ku bi kar û xebatên xwe yên ji bo mafên mirovan tê naskirin, li dijî wê biryarê li jûra fraksiyona HDPê bi daxwaza `dadperweriyê` dest bi çalakiyekê kiribû û ragihandibû heta Dadgeha Destûra Bingehîn biryara dawîn nede ew ji parlamentoyê dernakeve.

Lê Gergerlîoglu roja, 21 Adara 2021, di roja pêncan a çalakiya xwe de li parlamentoyê ji aliyê polîs ve hatibû desteserkirin.

Herwiha piştî ku hatibû berdan, Gergerlîoglu roja 2ê Nîsanê vê carê jî li mala xwe hatibû desteserkirin û dîmenên desteserkirina wî jî belav bûbûn ku polîsan bi ser mala wî de girtibû û bi reftareke xerab ew desteser kiribûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst