Tirkiyê daxuyanî da: Geştên bo Silêmaniyê ji ber PKKê hatine rawestandin

05-04-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye PKK Silêmanî Balafirxaneya Silêmaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Derve ya Tirkiyê derbarê rawestandina geştên esmanî yên kompanyaya Rêyên Esmanî yên Tirkiyê (THY) bo Silêmaniyê  de daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Derve ya Tirkiyê dibêje, geştên asmanî yên bo Silemaniyê ji ber zedebûna karên PKKê li Silemaniyê û bandora PKKê li ser balafirgehê hatine rawestandin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Tanju Bilgiç, derbarê ragirtina geştên esmanî bo Balafirxaneya Silêmaniyê de bersiva rojnamevanan da.

Tanju Bilgiç got: “Li Silêmaniyê çalakiyên PKKê zêdetir bûne û bandora PKKê li ser Balafirxaneya Silêmaniyê çêbûye. PKK li ser ewlehiya geştên esmanî bûye gef û biryara ragirtina geştan jî di vê çarçoveyê de hat wergirtin.”

Bilgiç herwiha dibêje, geştên esmanî bo Silêmaniyê ji 3ê Nîsanê heta 3ê Temûzê hatine ragirtine û dê li gor geşedanan biryara xwe di 3ê Temûzê de careke din binirxînin.

Li aliyekî din, Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin îro di daxuyaniyekê de bo ajansa fermî ya wî welatî amaej bi hebûna PKKê ya li Silêmaniyê kiriye û ragihandiye,  Tirkiye rê nade ku “komên terorê li herêmê hêlînê" çê bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst