'Ji bo belem binav nebe zarok diavêtin'

05-04-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Îzmîr (Rûdaw) - Yekem karwanê koçberan ên ku bi qaçaxî çûbûn Yûnanîstanê bo navçeya Dikilî hatin vegerandin. Heman koçber dema ku çûnbûn Yûnanistanê dîsa rêyên Dikilî û izmîrê bi kar anîbûn. Tîma Rûdawê li gundê Bademlî ku gundê dawî ye li li ser sînorê tirkiyê û yanunistanê, dîmenên bermayiyên koçberan û nêrîna xelkê deverê kişandin.

Li gorî rêkeftina di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de wegerandina koçberan bo navçeya Dikilî ya Îzmirê berdwam e. Koçberên ku xwe gehandina giravên Yûnanîstanê herî zêde rêyên qaçax ên  navçeya Dikilîya Îzmîrê bi kar tînan. Gundê Bademlîyê, gundê dawî ye li ser sînorê di navbera Yûnanîstan û Tirkiyê de.

Koçber demeke dirêj ji vî gundî derbasî yunanîstanê bûn. Hê jî li gundê Bademliyê bermayiyên koçberan mane.

Muxtara Bademliyê Neslîhan Kutlu Maraş ji Rûdawê re wiha got: “Dema hun li wan dinêrin ew ji bo xwe cûnê weke rizgarbûnê dibînin lê kes nizane ka dê çi bi serê wan û zarokên wan. Dema li vê derê bi rê diketin pir kêyfxweş dibûn. Çend roj beriya niha jî me dîtin dîsa diçûn û şahiya wan xuya dikir. Lê mixabin gellek ji wan di vê deryayê de mirin û çûn. Em nizanin ka ew gehiştin Yûnanîstanê ya na.”

Di nav bermayiyên koçberan de herî zêde wêneyên wan û pêlîstokên zarokan  karigeriyê li ser xelkê devrûberê dikin. Di wêneyan de rojên xweş ên koçberan û bîreweriyên wan ên taybet cih digirin.

Muxtara gundê Bademliyê dibêje gellek caran da ku belem giran nebin koçber nedikarin tiştên xwe bi xwe re bibin û wiha domand:

“Carekê du zarok di ge komek koçberan li belemekê sûwar bûn. yek heşt salî, yê din jî  deh salî bû, yek ji wan kêmendam bû. Piştî ku belem ji peravên deryayê dûr ket, xuya bû ku dê binav bibe. Yên ku di belemê de bûn, her du zarok berdan nava avê, paşî  masîgiran ew ditîn çûn û ew rizgar kirin. Rast e gellek caran ji bo ku belem binav nebe tiştên xwe û heta zarok û kal ji belaman diavêtin xarê.”

Gundiyên Bademliyê hem ji ber mirina koçberan a di Deryaya Îce de xemgîn in û hem jî dibêjin hatina koçberan badnoreke ne baş li ser jiyana wan kiriye.

Nîştecîhekê Bademliyê jî wiha got: “Hinek kes  bo berjewendiya xwe sûîstifadê ji koçberan dikin.  Em naxwazin navê gundê me bi koçberan bê naskirin. Em debara xwe bi geştiyariyê dikin û kesabetê dikin. Lê hatina koçberan bandoreke xirab li me dike. Hinek kes jî nanê xwe pê dixwen û wan ji bo berjewendiya xwe bikar tînin.”

Gundî behsa wê yêkê jî dikin ku derûniya zarokên wan ji ber rewşa koçberan xirab bûye û êdî zarokên wan weke berê nikarin biçin ser peravên deryayê, ji ber ku ew dibêjin çi dema ew diçin ser peravê ew rastî wêneyekî koberan tên.

Gudiyekê din jî wiha ragihand: “Cenderma heta êvarî li du koçberan û qaçaxçiyan digere. Li ji her derê tên. Em êdî newêrin zarokên xwe berdin derve. Em nizanin dê çi bi serê wan were. Me pê xweş nîne ku zarokên me wan bibînin. Yanî leşker jî nikare tiştekî bike. Leşker yekê digirin dehên din dîsa diçin.”

Heta niha gorî hindek amaran nêzîkî 4 hizar koçber di deryaya îce de xeniqîne ku cenazeyê hinek ji koçberan hê jî di binê deryayêde ne. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst