VÎDEO - Li Çankiriyê firokeyek kirine pirtûkxane

04-08-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Tirkiye Çankirî Firoke Pirtûkxane
A+ A-
Çankirî (Rûdaw) - Li Tirkiyê bi hezeran pirtûkxane hene. Lê li bajarê Çankiriyê, pirtûkxaneyeke taybet heye. Ev pirtûkxane ji firokeyeke kevin hatiye çê kirin û li tevahiya dinyayê yekem pirtûkxaneye ku di nav firokeyekel de hatibe çê kirin.

Yekem pirtûkxaneya ku di nava firokeyekeê de hatiye çêkirin li çankirî ya Tirkiyê ye. Şaredariya Çankiriyê, ku Çankirî li herêma Anatolyaya Navîn cih digire,  ji bo zarokan pirtûkxaneyek çê kiriye. 

Zarok dikarin li wê pirtûkxaneyê li ser dersên xwe bixebitin, pirtûkan bixwînin û kişikê bilîzin.

Xwendekar, Goktug Eker ji Rûdawê re dibêje: "Ez têmê, digerim. Pir bi sûd e. Ez pirtûkan dixwînim, Kişikê (Şetrencê) dilîzim. Li gorî min pir xweş û bi sûd e."

Herwiha Xwendekar, Emre Comert jî dibêje: "Evder pir xweş e. Ez him digerim him jî Kişikê dilîzim. Ji bo zarokên temençûktir jî baş e. gelek pirtûk hene."

Ela ÇÎçek jî dibêje: "Pir baş e. ez hez dikim ku li vir pirtûkên çîrokan bixwînim."

Mêvanên pirtûkxaneyê ne tenê zarok in. Kesen ku firokeyê meraq dikin jî seredana pirtûkxaneyê dikin.

Welatiyê bi navê Şükrü Eroglu ku serdana wê pirtûkxaneyê kiriye, ji Rûdawê re wiha diaxive: "3 neviyên min tên vir. Min meraq kir ku ka çi di vê firokeyê de heye. Lewma ez hatim. Karmendan pir baş pêşwaziya me kirin. Tiştekî pir baş e."

Ayşenur Gul jî dide xuyakirin: "Berê jî ez hatibûm. Lê yekemcar e ku ez dikevime hundirê wê. Hebûna tiştekî wisa ji bo zarokan tiştekî pir baş e. Ez şaredariyê pîroz dikim."

Her roj bi dehan geştiyarên tirk û biyanî seredana vê pirtûkxaneyê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst