VIDEO - Saruhan Oluç ji ber rewşa tendirustî civîn bi dawî kir

04-04-2022
RÛDAW
Serokê Fraksiyona HDPê Saruhan Oluç
Serokê Fraksiyona HDPê Saruhan Oluç
Nîşan Saruhan Oluç HDP Tendirustî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rewşa tendirustiya Serokê Fraksiyona HDPê Saruhan Oluç di dema kongreya rojnamevanî de têk çû û ew ji bo nexweşxaneyê hat rakirin.

Serokê Fraksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li parlamentoya Tirkiyê Saruhan Oluç îro 4ê Nîsanê li parlamentoyê kongreyeke rojnamevaniyê saz kir.

Lê kongreya rojnamevanî ya Saruhan Oluç ji ber têkçûna tendirustiya wî di nîvî de ma û ew bo nexweşxaneyê hat rakirin.

Oluç di despêka axaftina xwe de sersaxî ji malbata nivîskarê Ermenî yê xelkê bajarê Ameda Bakurê Kurdistanê Migirdîç Margosyan re xwest ku berî du rojan koça dawî kiribû.

Serokê Fraksiyona HDPê piştî ku rewşa tendirustiya wî têk çû û got, “Li min biborin ez ê civînê bidawî bikim ji ber tendirustiya min nebaş e” û civîn bidawî kir.

Saruhan Oluç piştî ku kongreya rojnamevanî bi dawî kir, ji bo nexweşxaneyê hat rakirin.”

HDPê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û amaje bi wê kir ku Oluç nekarî ji ber têkçûna rewşa tendirustiya xwe kongreya rojnamevanî berdewam bike.”

HDPê di daxuyaniya xwe de amaje bi rewşa tendirustî ya Oluç jî kir û got, “Ew niha di bin çavdêriya pizîşkan de ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst