Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo protestokirina berdana tawanbarên komkujiya li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê, li Enqereya paytexta Tirkiyeyê çalakiya nobetê dest pê kir.
2yê Tîrmeha 1993yan li Sêwaza Bakurê Kurdistanê 33 rewşenbîr, hunermend û nivîskar li Otela Madimakê hatin şewitandin.
17 tawanbarên Komkujiya Madimakê ya Sêwazê hatin berdan.
Tê zanîn ku parêzerên tawanbarên din ên ku di girtîgehê de ne jî ji bo berdana wan serî li saziyên pêwendîdar daye.
Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdalê (PSAKD) û malbatên ku kesên mirovên wan di komkujiyê de mirine, ji bo protestokirina berdana tawanbaran, dest bi nobeta edaletê kir ku dê 33 rojan berdewam bike.
“Kujer ji ber derbasbûna demê bê ceza man”
Serokê Giştî yê PSAKDê Cuma Erçe ji Cumhuriyetê re got ku çalakiya ku wan li Enqereyê daye destpêkirin dê li seranserê welêt û li Ewropayê jî belav bibe û berdewam bike û got:
"15 kesên ku hatibûn girtin hatin berdan û ji welêt reviyan. Kujerên ku reviyabûn ew neanîn û ji ber derbasbûna demê jî bê ceza man.
Niha jî 17 kes ji 23 kesên ku cezayê heta hetayê xwaribû, li ser bingeha biryara Dadgeha Destûrê hatin berdan.
Ev jî tam ket hefteyê ku bi gotina wan pêvajoya demokratîkbûnê û aştiyê dest pê kiriye.
Tam vê hefteyê lêpirsînek li dijî Serokê Giştî yê PSAKDê hat destpêkirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse