Li Artvînê aşût: 2 kes mirin û 7 kes birîndar bûn

04-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Yusufelî ser bi parêzgeha Artvînê li Tirkiyê aşût bi ser çiyageran hat xwarê û  li gor agahiyên destpêkê  2 kesan canê xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya Parêgariya Artvînê li zozanên Taxa Olgunlarê ya gundê Yaylalarê ya navçeyê Yusufeliyê saet dora 15.00ê aşûtbi ser kesên kaşûn dikirin de hat xwarê. 

Li gor zanyariyên ewil 2 kesan canê xwe ji dest dan û 7 kes bi birîndarî hatin rizgarkirin. 

Bi kordînasyona Midûriya Bajêr a AFADê hemû ekîbên peywendîdar xebatên xwe yên derbarê bûyerê de didomînin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst