Rojnameyên Tirkiyê – Deriyê Xabûrê îro vedibe

04-01-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Stenbol (Rûdaw) – Rojeva îro ya rojnameyên Tirkiyê, dîsa herî zêde li ser şer û aloziyên li Bakurê Kurdistanê ye. Rojnameyên nêzîkî hikûmetê behsa plana hikûmetê ji bo nûavakirina navçeya Sûra Amedê dikin. Hinek rojnameyan jî eşkere kirine ku deriyê sînorî yê Xabûr (Îbrahîm Xelîl) yê di navbera Başûr û Bakur de, ku ev çend roj bûn ji ber aloziyên Bakur hatibû girtin, vedibe.  

MILLIYET


- Masterplan ji bo têkoşîna li dij terorê…
Hikûmet di demekê de ku şerr dike li dij PKKê, li aliyê din plansaziyeke berfireh dike ku çawa nehêle şerr li nav sivîlan belav bibe. Di dawiya kombûna lûtkeya ewlehiyê de ya li gel serokkomar û serokwezîr de pêk hatî, dê bi serpereştiya Wezîrê Navweyî Efkan Ala û Musteşarê Ewlehiya Raya Giştî Muhammed Dervîşoglû, li gel hemû saziyên dewletê, dê bi planake çar alî dest bi têkoşîneke berfireh bikin ku hemû jêderkên civakî û aborî biçikînin ku ji rêxistinê re dibin bingeh. Di nav vê çarçoveyê de ji bo ewlehiya civakî pêk were, di warê tenduristî, kargêrî, kar, perwerdahî, avasazî, bi rêkûpêkkirina deverên xelk lê dijîn ee, di warê plansazaiya malbatî û civakî de, li ser projeyên ku tên sazkirin ji bo xortan û werzişê, her cûre plan û projeyên di van waran de dê bi hevsengî û şêwreke hevpar, bi hev re bi rê ve herin. Li cî û warên xelk lê dijîn, piştî ku profîla civakî û aborî bê aşkerekirin, dê hê dest bi kar bê kirin û sermiyan jê re bê dabînkirin.


- Di çarçoveya hevdîtinên li ser destûra nû de, Dawudoglû dê îro li meclîsê li gel  serokê Partiya neteweperest MHP Dewlet Baxçelî rûnê. Dawudoglû dê ji bo pêkanîna destûra nû ji Baxçelî daxwaz bike ku harîkariya wan bikin di warê gorankariya naveroka navxweyî de, li ser avakirina komîsyoneke nû ji bo destûra nû û li ser reformên endametiya Yekîtiya Awrûpayê.


- Deriyê Xêbûr îro vedibe.  Ji Amerîkayê sîstemeke bi 1 milyon dolarî nû hat standin bi navê “ZBV Back Scatter” ku dê çûnûhata ji Xêbûrê bi rêya teknilojiyê kontrol bike.

AKŞAM


-Seferberiya Serokatiyê...

AKP ji bo danasîna sîstema serokatiyê û rêgiriya dij bi propagandên reş li ser vê sîstemê dê kitêbokan belav bike û civînan li dar bixe. Di vê hewldanê de dê bi xelkê bidin famkirin ku sîstema serokatiyê ne dîktatorî ye, mînakên Amerîka Latîn ne yên baş in ku bibin metirsî ji bo wan. Herwiha dê amaje bi wê yekê bêt kirin ku sîstema federalî ne çare ye bo Tirkiyê, divê kuTirkiye li gor pêdawîstiyên xwe rêçareyekê peyda bike ji bo xwe.


- Di hevdîtina îro de li gel MHPê ew her 60 bendên ku di komîsyonên berê de li ser lihevkirin pêk hatibû, dê bimînin.

HABER TURK

-Tevlîheviya li pey îdamkirinê...
Bertek dibarin bi ser Siûdiyê, piştî ku mezinê şîeyan hat îdamkirin. Serokên Şîe, Nemr weke "şehîd" bi nav kirin, Xaminêyî got" tola îlahî dê bê hildan" , Sedir banga serhildanê kir.


- 20 hezar mamosteyên nû dê bên şandin ji bo bajarên li rojhelat û rojhilatê başûrê Tirkiyê.

EVRENSEL


-De berê xwe bidin hevkarê Stratejîk yê AKPê…
Erebistana Siûdî ku weke "hevkarê stratejîk" e ji bo hikûmetê,  benzîn bi agirê li Rojhilata Navîn de kir. Erebistana Siûdî ku demeke dirêj e dilgiran e ji siyaseta Îranê li herêmê, bi derbekê pêwendiyên xwe rakêşa ber asta şer. Analîstê Felestînî Yasîn Zatera dibêje, ev darvekirin ji bo Îranê hişyarî ye. Serokkomar Erdogan li gel şanda xwe hê nû ji Riyadê vegeriya ku di vegerê de gotibû pêwendiyên xwe careke din li gel Siûdiyê şidandibûn bi îmzekirina Hevkariya Stratejîk ya di Asta Bilind de.

SABAH


-Tirkiye amborgoya Rûsya ya di warê bazirganî de dibe Dadgeha Navneteweyî. Li aliyê din dê giliyê Rûsya bike li Rêxistina Bazirganiyê, ji ber gef û tengasiyên ku peyda dike li hemberî wan. Wezîrê Aboriyê Mustafa Elîtaş di daxuyaniya xwe de cî da gilî û gazinên karsazên Tirk yên li Rûsya ku çawa gef li wan tê xwarin da ko pişkên xwe derbasî ser navê karsazên Rûs bikin.

YENİ ŞAFAK


-Harbûn e ev...

Biryara bidarvekirina 27 alimên sunne ji alî Îranê ve û beramberî vê bidarvekirina Ayetullah Nemir ji alî Siûdiyê ve, kir ku pêwendiyên herdû dewletan bighîje asta êrîşkirinê. Riyad sefîrê Îranî der kir, Îran banga tolhildanê dike.


- Provokasyona mezhebî ji alî DAIŞ ve. Li Reqqa 25 endamên rêxistinê ku ji bo çalakiyên xwekujî hatine perwerdekirin ji bo ku li nav Tirkiyê êrîşî mescîd û îbadetxaneyên Elewiyan bikin. Herdû endamên ku berî sersalê li Anqara hatin girtin, ev agahî dan di îfadeyên xwe de.

STAR


-Va ye plansaziya ji nû ve avakirina Sûrê…
Wezareta Navxweyî û wezareta bajarvanî û jîngehê pêkve dê vê planê bi destê TOKÎ bi rê ve bibin. Li gor kitekitên planê: 1000 bermayên dîrokî dê bên parastin/ 8 hezar xanî dê li gor şêwazê xwe yên dîrokî ji nû ve bên avakirin/dê neyê hêlan ku bilindahiya avahiyan bi ser Sûra Diyarbekir bikeve./ 4 milyar dolar ji bo projeyê hat terxankirin û berdêla buhayê wan ya berî şer dê qistasa bazarê be.


- Dê xelk bibêje ku serokatiyeke çawa dixwaze. Bi telefonan dê ji sedhezaran kes bê pirsîn bê serokatiyeke bi çi rengî dixwazin.

BUGUN


-Li Sûrê top li nav malekê ket, Melek Alpaydin dayîka sê zarokan li ser sifreya taştê jiyana xwe ji dest da. Li Cizîrê xelk bi berdewamî paçên spî li serê çoyan girê didin û mal û warên xwe di cî da dihêlin diçin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst