Li ser wî zarokê kurd tiştek nivîsî, rastî lêpirsînê hat!

03-09-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskarekî Tirk li ser wî zarokê kurd ê bi navê Alan, ku di deryayê de xeniqîbû, nivîsek nivîsî lê bi hêceta ku “heqaret” li Erdogan kiriye, rastî lêpirsînê hat!

Ji duh ve dinya û gerdûn bi mirina wî zarokê kurd ê bi navê Alan di nav deryaya Spî de, dêşin û hêsiran dibarînin.

Nivîskarekî Tirk bi navê Ertugrul Ozkok, ku di heman demê de nivîskarê rojnameya Hurriyetê ye jî, nivîsek li ser Alan nivîsiye û bêyî ku navê kesekî bîne, gotiye, “Qatilê wî zarokê bê guneh, tu yî!”

Li gorî nûçeya rojnameya Sabahê, serdozgeriya taxa Kuçukçekmece ya Stenbolê bi hêceta ku Ozkuk heqaret li Erdogan kiriye, li dijî wî lêpirsîn daye destpêkirin.

Ozkok di wê nivîsa xwe de ku bi navê “Şerm bike ey zilamê mezin!” nivîsiye, behsa wî zarokê kurd dike û wiha dibêje:

“We bedena wî zarokê bê guneh li qiraxê deryaya Ege dît?... Gelo di çavên we de, ew çavên ku bê wîjdanî mîna perdeyekî ketiye ser, dilopek hêsir maye hûn ji bo vî zarokî birijînin?!...”

Wî nivîskarê Tirk di beşeke din a nivîsa xwe de wiha gotiye:

“Ey zilamê mezin! Te welat mîna cotgeha bavê xwe kiriye…Tu bi navê îslamê çi hovîtî û nemirovahî hebe, dikî… Kulma xwe ya ku siyaseta reş tê de ye, veke û ji bo dua bilind bike … Binêre heval! Qatilê vî zarokî tu yî…”

Ozkuk di dawiyê de jî gotiye, ji bo ku aştî were vî welatî divê tu bibî “kûdetager, paralelcî, terorîst!”


Ozkok 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst