Mîr Firat: Erdogan heqaret li ola zerdeştî û kurdan kir

03-05-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Avakerê Partiya Dad û Geşedanê (AKP) û namzedê Mêrsînê yê HDPê Dengîr Mîr Mehmet Firat diyar kir ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan heqaret li ola zerdeştî û kurdan kiriye. Firat bang li kurdan kir ku bersiva Erdogan bidin.  

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duh li bajarên Amed û Batmanê yên Kurdistanê mîtîng li dar xist û di wan mîtîngan de bi tundî êrişî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir.

Erdogan ku çapa kurdî ya Quranê dabû destê xwe, di beşek ji axaftinên xwe de bersiva rexneyên Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş yên li ser saziya Diyanetê da.

Erdogan wiha got: “Li ser çiyê di kampan de perwerdeya ola zerdeştî dibînin. Divê em van baş nas bikin û divê em van ji birayên kurd re baş bidin nasîn ji bo ku carek din neyên lîstokên wan…”

Li hember van gotinên Erdogan, namzedê Mêrsînê yê HDPê û hevalê berê yê Erdogan, Dengîr Mîr Mehmet Firat li ser rûpela xwe ya twîtterê bersiva Erdogan da û got, Erdogan bi van gotinan heqaret liola  zerdeştî, kurdan û HDPê dike.

Firat gazî kurdan û alîgirên partiya xwe kir bersiva Erdogan bidin û wiha nivîsand: “Ey gelê min, birayên min ên hêja! Ji bo xatirê Xwedê êdî rastiyan bibînin û li ser sindoqê bersiva van heqaretan bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst