Îbrahim Tatlises dest bi siyasetê dike

03-01-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan – Hunermendê navdar Îbrahîm Tatlises ragihand ku dê bibe namzedê parlamenterê Rihayê.

 

Sala 2011an Îbrahîm Tatlises ji bo bibe parlamenter dest bi xebatan kiribû lê paşê rastî êrişeke hatibû û birîndar bûbû. Piştî birîndar bûbû dest ji namzediyê berdabû û demek dirêj birînên wî hatibûn derman kirin.

 

Tatlises li ser hesabê Twittîrê  namzediya xwe ya bo Rihayê diyar kir û wihat got:

 

“Vê serdemê ti kes nikare min ji parlamenteriyê vegerine. Ji ber ku vê cara ez ji bo keça xwe Elif Ada dixazim. Ez dizanim hembajariyên min ligel min in. Dema ku ji Amerîkayê vegeriyam ezê dest bi xebtan bikim. Min xwest ez vê biryara xwe ligel hezkirinê xwe parve bikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst