Serokê PSKyê Bayram Bozyel du pirtûkên xwe yên nû weşandin

02-12-2023
RÛDAW
Nîşan Bayram Bozyel PSK
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, ji weşanxaneya Dengê du pirtûkên xwe yên nû weşand.

Pirtûka “Bajarê Xeyalên Min” bi Kurdî, “Li Ser Exlaqê” jî bi zimanê Tirkî hatiye nivîsandin.

Bayram Bozyel li Stenbolê li Pirtûkxaneya Medyayê pirtûkên xwe ji bo xwînerên xwe îmze kir û gotûbejek pêk anî.

Bozyel, piştî derbeya 12ê Îlona 1980yan, di sala 1982yan de tê girtin û 50 rojan şkence li wî tê kirin.

Siyasetmedar û nivîskarê Kurd, 5 sal di zindana Amedê de dimîne û di sala 1987an de tê berdan.  

Bozyel wiha behsa destpêkirina nivîskariya xwe kir:

“Min ji bo hevalekî xwe yê li Ewropayê ye 30 name nivîsandin. Min di nameyan de behsa îşkence û bûyerên li Zîndana Amedê kir.”

 Hevalê wî jî, nameyên Bozyel dike wek pirtûk û bi kodnavê W.Welat ji nav Weşanên Rêya Azadiyê çap dike.

Bi vî awayî nivîskariya Bayram Bozyel dest pê dike.

Bozyel heta niha 7 pirtûkan nivîsandiye û di nav siyaseta Kurd de siyasetmedarekî çalak e.

Ji aliyê din ve Bozyel derbarê hilbijartin û hevpeymaniyan de jî diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a Kurdan danîna qeyûman e.

Bozyel got, “Ez bi hêvî me ku di van hilbijartinan de hemû aliyên Kurdî ji bo parastina nasnameya xwe hevpeymaniyan bikin.”

Bayram Bozyel derbarê danîna destûreke nû ya Tirkiyeyê jî anî ziman ku ew li bendê nînin ku ji bo Kurdan guhertinên mezin çêbibin lê divê hemû alî bi hev re ji bo parastina mafê xwe di destûrê de kar bikin.

Bayram Bozyel kî ye?

Bayram Bozyel di sala 1961an de li mavçeua Licêya Amedê hate dinê.  Bozyel, di sala 1982yan de tê girtin, 70 roj di bin çavan de dimîne û 50 roj rastê îşkenceyan tê.

Bozyel, 5 sal di zindana Amedê de dimîne û di sala 1987an de tê berdan. 

Piştî girtîgehê di sala 1989an de bi hevalên xwe re Kovara Dengê derdixe.

Ji sala 1994an ve di siyaseta Kurd a legal û demokratik de cih digre.

Di navbera salên 2008 û 2012an de du heyaman serokatiya HAK-PARê dike.

Bozyel, di damezrandina partiya yasayî ya PSKyê de cih digire û ji sala 2022yan ve wekî serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê kar û xebatên siyasî dimeşîne.

Bozyel heta niha 6 pirtûkên bi Tirkî û pirtûkeke bi Kurdî bi giştî 7 pirtûkan nivîsandiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst