Erdogan û Zelensky korîdora dexlûdan gotûbêj kirin

02-11-2022
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Volodymyr Zelensky Korîdora Dexlûdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê  Recep Tayyip Erdogan di peywendiyeke telefonî ya ligel Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky de pêşhatên dawî yên şerê Ukraynayê û rewşa korîdora veguhastina dexlûdan gotûbêj kir.

Li gor daxuyaniya ku Serokatiya Ragihandina Serokomariyê Tirkiyê belavkiriye Serokkomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan îro 21ê Cotmeha 2022ê peywendiyeke telefonî ligel Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy pêkaniye û têde pêşhatên şerê Rûsya û Ukraynayê û rewşa dawî ya korîdara veguhastina dexlûdanê Ukraynayê bi rêya Deryaya Reş hatine gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniyê Erdogan di wê peywendiya telefonî de li beramber çareseriya di rêkeftina korîdora dexlûdan de û hevkariya Ukraynayê kêfxweşiya xwe aniye ziman û ji Zelensky re gotiye ku firotina dexlûdanê Ukrayna û Rûsyayê ji bo hemû cîhanê giring e û tekezî li ser berdewambûna peymana veguhastina dexlûdan kiriye.

Serokkomarê Tirkiyê herwiha tekezî li wê yekê jî kiriye ku li ser bingeha yekîtiya axa Ukraynayê û serweriya wê, ji bo dawî anîna şer bi çareseriyek dadwerane, divê hewildanên dîplomasiyê  bên zêdekirin.

Li gor zanyariyan Rûsya û Ukrayna 1 li ser sêyê tevahiya berhemê genim li cîhanê berhetînin û ew herdû welat rêjeyeke diyar a genim û berhemên dexlûdan hinardeyî welatên cîhanê dikin, lê piştî ku di Sibata îsal de di navbera herdû aliyan de şer destpêkir, vê yekê bandor li ser hinardeya genim û dexlûdan jî kir û li tevahiya cîhanê nirxê xorakê zêde bû.

Di Hezîrana îsal de bi beşdariya Rûsya, Ukrayna û Tirkiyê bi serperiştiya Neteweyên Yekbûyî li bajarê Stenbolê, ji bo veguhastin berhemên dexlûdan û xorakê yên Ukraynayê, bi rêya Deryaya reş bo bazarên cîhanê, peymanek hatibû îmzekirin û di çarçoveya wê peymanê de dexlûdanê Ukraynayê bo bazarên cîhanî dihat veguhastin. Lê 29ê meha borî Rûsyayê ragihandibû ku ew ji wê peymanê vekişiyaye û sedema wê jî bi êrîşeke li ser yek ji keştiyên xwe yên çavdêriya keştiyên hinardeya dexlûdan ve girêdabû.

Serokkomarê Tirkiyê jî piştî vê biryara Rûsyayê duh 1ê Mijdara 2022ê ligel Serokê wî welatî, Vladimir Putin peywendiyeke telefonî pêkanîbû û îro 2ê Mijdara 2022ê ragihandibû ku piştî wê peywendiya telefonî Rûsyayê biryar daye ku keştiyên dexlûdan weke berê di çarçoveya rêkeftinê de li ser veguhastina dexlûdan û berhemên xorakê bi rêya Deryaya Reş berdewam bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst