Hewlêr (Rûdaw)- Li paytexta Tirkiye Enqereyê bi rêvebiriya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan komcivîna ewlakariyê tê lidarxistin.
Komcivîna mijara polîtikayên ewlekariyê û bûyerên dawî yên li herême dinirxîne piştî pejirandina tezkereye saet 20.55ê destpêkir.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu, Serokê Sefermandariyê Necdet Ozel, Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Karên Xwemalî Efkan Ala, Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz, Sefermander Yaşar Guler, Sekreterê Giştî yê Serokomar Fahrî Kasirga, Cîgirê Rawêjerê Serokwezîr Ergin Ergul û Rawêjerê MÎTê Hakan Fidan beşdarî civînê bûn.
Rojeva sereke ya komcivînê rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ).
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse