Di Artêşa Tirkiyeyê de 670 hezar personel kar dikin

02-09-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hate ragihandin, di hêzên çekdarên Tirk de (TKS), 346 general û 39 hezar efser bi tevahî 671 hezar û 275 personel kar dikin.

 

Malpera fermî ya sererkaniya Tirkiyeyê, derbarê hejmarên hêzên bejahî, hewayî, deryayî û fermandariya cendermeyan û fermandariya ewlehiya qeraxan de agahî da.

 

Li gorî daxuyaniyê di hemû beşên artêşê de bi giştî 313 general hene û piraniya wan di hêzên bejahiyê de ne. Her wiha hejmara efseran jî 39 hezar e.

 

Her wiha di fermandariya hêzên bejahî, hewayî û deryayê de 3 hezar û 462 leşker û efserên bi girêbestê kar dikin hene. Bi kedkarên sivîl û karkeran ve hemû hejmara artêşa Tirkiyeyê (TSK) wek 671 hezar û 275 kes hatiye tesbîtkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst