YSK: Li cihên ku îtîraz nebin dê belgename bêne dayîn

02-04-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Hilbijartinên Şaredariyan Sadi Guven
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê, Sadi Guven ragihand, li cihên ku nerazîbûn û îtîraz li ser encamên hilbijartinan tunebe, dê belgename (mezbete) bêne dan.

 

Sadi Guven îro Sêşemî 2ê Nîsanê, têkildarî hilbiajrtinên herêmî yên Tirkiyê ku du roj berî niha hatin lidarxistin, daxuyanî da.

 

Guven ragihand: “Ji doh û heta îro ti guhertin çênebûne, wek min got hilbijartin bidawî bûn, encamên destpêkê ligel partiyên siyasî hatin parvekirin. Ji doh ve jî pêvajoya îtîrazê dest pê kir û berdewam e.

 

Îro heta demjimêr 15:00 dema îtîrazê heye ku serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr bidin. Desteya Bajêr ya Hilbijartinê di dema du rojan de biryar dide. Li cihên ku îtîraz nebin belgename tên dayîn.”

 

Pêr Yekşemî 31ê Adara 2019 hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê birêveçû.

 

 Li gor encamên nefermî, AK Partî bi bidestxistina % 44.32ê dengan, 777 şaredarî û ji wan 15 şaredariyên bajarên mezin qezenc kir.

 

Herwiha CHPê bi % 30.11ê dengan 263 şaredarî û ji wan 11 şaredariyên bajarên mezin, MHP bi % 7.31ê dengan 244 şaredarî û ji wan şaredariyeke bajarê mezin, IYI Partî bi % 7.45ê dengan 25 şaredarî û HDP bi % 4.24ê dengan  70 şaredarî û ji wan 3 şaredariyên bajarên mezin bi dest xistine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst