RAPIRSÎ: Dengên AKPê bo %29.1 daketine

02-03-2023
RÛDAW
Nîşan Rapirsî ORC Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya Lêkolîn û Rapirsiyan a ORCê di rapirsiyeke xwe de ragihand ku dengên AKPê piştî erdhejê bo ji sedî 29.1 daketine û dengên şîrîka wê ya desthilatê jî MHPê jî ji sedî 5.4 in û benda hilbijartinê derbas nake.

Kompanyaya Lêkolîn û Rapirsiyan a ORCê encamên rapirsiya xwe dawî ya derbarê hilbijartinên Tirkiyê de eşkere kirin.

Ew rapirsî piştî erdheja 6ê Sibatê di navbera 17-21ê Sibata 2023an de li 45 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hatiye kirin. Li gor rapirsiyê dengên.

AKPê piştî erdhejê li gor Çileya îsal  bi rêjeya ji sedî 1.1 bo ji sedî 29.1ê daketine. Dengên hevpeymana wê MHPê jî ji sedî 5.4 in û bi vê yekê benda ji sedî 7 ya hilbijartinê derbas nake.

Rêveberê Giştî Kompanyaya Lêkolîn û Rapirsiyan a ORCê Mehmet Poteki encamêb rapirsiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bekav kirin.

Di rapirsiyê de ji dengdêran hatiye pirsîn “Eger vê Yekşemê hilbijartin bê kirin hûn dê dengên xwe bidin kîjan partiyê?”

Encam wiha ne:

Rapirsiya Hilbijartinên Tirkiyê

AKP: %29.1

CHP: %23.5

ÎYÎ Partî: %19.5

HDP: %8.1

MHP: %5.4

Partiya Gelecek: %2.5

Partiya DEVA:%2.3

Partiya Zafer:%2

Partiya Guherîn a Tirkiyê: %1.8

Partiyên Din: %5.8

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst