Rapor: Di Çileya îsal de 31 jin hatine kuştin

02-02-2023
RÛDAW
Nîşan Platforma Em Dê Kuştinan Jinan Rawestînin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Em Dê Kuştinan Jinan Rawestînin, di raporeke xwe de ragihand di Çileya îsal de li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31 jin hatine kuştin û 25 jin jî bi awayek bi guman mirî hatine dîtin.

Platforma Em Dê Kuştinan Jinan Rawestînin roja Pêncşemê 2ê Sibata 2023an  rapora xwe Çileya sala 2023an ya derbarê kuştinan jinan de belav kir.

Platforma navborî di rapora xwe de ragihand di Çileya îsal de li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31 jin hatine kuştin û 25 jin bi awayek guman mirî hatine dîtin û got, “ ji sedî 35ê jinên ku hatine kuştin, ji aliyê hevjînên xwe ve hatine kuştin. Ji 31 jinan  12 jin  jî bi hinceta ku xwestine cuda bibin an jî peywendî û aşitî  red kirine ji aliyê mêran ve hatine kuştin.”

Di raporê de hatiye diyar kirin ku ji wan 31 jinan 11 ji wan ji aliyê hevjînên xwe ve, 4 ji wan ji aliyê dergistiyê xwe ve, 2 ji wan ji aliyê dergistiyên xwe yên berê ve, 3 ji wan ji aliyê kesûkarê xwe ve, 1 ji aliyê birayê xwe ve, 2 ji wan ji aliyê bavê xwe ve, 3 ji wan ji aliyê kurê xwe ve, 1 ji wan ji aliyê kesek nenas û 3 ji wan jî ji aliyê kesên naskiriyên wan ve hatine kuştin.

Di raporê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku ji jinên ku îsal hatine kuştin 20 li mala xwe, 6 ji wan li kolanê, 1 ji wan di zeviyekê de, 1 ji wan li dibistana zarokê xwe û 2 ji wan jî li nêzîk mala xwe hatiye kuştin. Cihê kuştina jinekê jî nehatiye destnîşankirin.

Li ser awayê kuştina jinan jî di raporê de tê gotin, ”13 jin bi çekê hatine kuştin, 10 ji wan bi kêr û amûrên birek hatine kuştin. 3 ji wan hatine xeniqandin, 2 ji wan bi derbên lêdanê,  2 ji wan bi sotinê û yek ji wan jî bi maddeyên kîmyayî hatine kuştin. Ji sedî 42ê jinên ku di Çileya îsal de hatine kuştin bi çekê hatine kuştin.”

Paltforma Em Dê Kuştinan Jinan Rawestînin di sala 2010an de hatiye damezrandin û ev 13 sal in her meh amarên derbarê kuştina jinan de belav dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst