Li Kilîs û Reyhanliyê êrîşa bi rokêtan

02-02-2018
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Kilîs Hatay Reyhanlî Rokêt
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Îro 2 rokêt li navenda bajarê Kilîsê û navçeya Reyhanlî ya ser bi parêzgeha Hatayê ketin û di encamê de birîndarek heye.

 

Peyamnêrê Rûdawê Şewket Herkî ji Kilîsê ragihand, îro rokêtek li navena bajarê Kilîsê ket, ku di encamê de kesek bi sivikî birîndar bû.

 

Rokêta li Kilîsê li Parka Adnan Menderes a vî bajarî ketiye.

 

Peyamnêrê me herwiha diyar kir, ku her îro rokêtek jî li navçeya Reyhanî ya ser bi parêzgeha Hatay a Tirkiyê ket, lê belê di encamê de ti zirarên canî çênebûn.

 

Medyayên Tirkiyê belav kirine, ku rokêt ji nav axa Sûriyê û ji Efrînê ve hatine avêtin. Tirkiye, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi êrişên rokêtî bo ser axa xwe tohmetbar dike, lê belê YPG û HSD wan tohmetan red dikin.

 

YPG û HSD pêştir çend caran ragihandine, ji aliyê wan ve ti êrîş bo ser axa Tirkiyê nehatine pêkanîn û tekez kirine, ku ew êrîşî sivîlan nakin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst