Şêwirmendê Davûtoglu: Di nav kurdan de Ocalan yê herî rasyonel e

02-02-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yek ji şêwirmendên serekî yên Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglu, pesnê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dide û dibêje, di nav kurdan de Ocalan “yê herî rasyonel” e.

 

Şêwirmendê ermenî yê Serokwezîrê Tirkiyeyê yê bi navê Etyen Mahçûpyan di hevpeyvînekê de digel rojnameya Haberturkê ya Tirkiyeyê li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan axivî û got, Ocalanê ku berê jê re digotin “qatilê zarokan” êdî bi awayekî din tê dîtin û nasîn.

 

Etyen Mahçûpyan diyar kir ku nêrînên li hember Ocalan bi awayekî radîkal hatine guhertin çimkî êdî Ocalan di nav kurdan de yê herî rasyonel û mêjîvekirî ye.

 

Wî şêwirmendê Davûtoglu anî ziman ku Ocalan şiyana wî ya civandin û meşandinê heye û wiha got: Em bixwazin nexwazin rewşa ku em niha tê de ne vê yekê bi me dide gotin, ‘baş e ku yekî mîna Ocalan heye’.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst