Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê: Mafên parlamenterên BDPê hatiye binpêkirin

02-01-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê ragihand, mafên parlamenterên BDP'ê Îbrahîm Ayhan û Gulser Yildirim hatine binpêkirin.


Parêzerên 4 parlamenterên BDP'ê Îbrahîm Ayhan, Gulser Yildirim, Selma Irmak û Faysal Sariyıldız û parêzerê parlamenterê serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê dabûn û xwestibûn parlamenter serbest bên berdan.

Derheqê vê yekê de, Dadgeha Destûrê piştî serlêdanê biryar da ku mafên Gulser Yildirim û Îbrahim Ayhan hatine binpêkirin.

Dosyayên 3 parlamenterên din ên girtî jî hê negihîştiye destê dadgehê.


Parêzrên Yildirim û Ayhan dê li ser vê biryara dadgehê sibê serî li 5 û 6'emîn Dadgehên Cezayên Giran ên Amedê bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst