Parlamentoya Tirkiyeyê: Pêşniyara wergêrên Kurdî nehat qebûlkirin

01-11-2024
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Tirkiyeyê Zimanê Kurdî Wergêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşniyara DEM Partiyê ya li ser tayînkirina kadroyên wergêrên zimanê Kurdî li Parlamentoya Tirkiyeyê bi dengên MHP û AK Partiyê hat redkirin.

Gelek caran Parlamentoya Tirkiyeyê bi wê yekê dibe rojev dema ku beşek ji Parlamenterên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê ya (DEM Partî) dixwazin bi zimanê Kurdî li ser kursiya parlamentoyê biaxivin.

Dema ew dest pê dikin yekser mîkrofona wan tê bêdengkirin û dengê wan tê qutkirin.

DEM Partiyê roja pêncşemê di Komîsyona Plan û Budçeyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de ji bo ku di xebatên Parlamentoyê de ji bilî Tirkî zimanên din ên dayîkê, bi taybetî Kurdî jî cih bigirin pêşniyar kir ku kadroyên wergêrên Kurdî werin tayînkirin.

Dema Parlamenter bi Kurdî diaxivin di raporên Parlamentoya Tirkiyeyê de wekî “zimanê ku nayê zanîn” an jî “x” tê nivîsandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst