Çavuşoglu: Hewlên me ji bo korîdora dexlûdan berdewam in

01-11-2022
RÛDAW
Nîşan Mevlut Çavuşoglu Rûsya Ukrayna Girêbesta Veguhestina Dexlûdanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, ew dê li ser hewildanên xwe yên ji bo careke din çalakkirina peymana hinardekirina xorakê ya di navbera Rûsya û Ukraynayê de   berdewam bin û got: “Pêdiviya hemû cîhanê bi taybet ew welatên nû geşe dikin û kêm geşekirine bi berhemên hinardekirî yên van herdû welatan heye. Serokkomarê me dê ligel Putîn û Zelenskjy hevdîtinekê pêkbîne."

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro 1ê Mijdara  2022ê di civîneke çapemeniyê de derbarê vekişîna Rûsyayê ji peymana veguhastina dexlûdan de axivî.

Çavuşoglu ragihand hewildanên wan dê ji bo careke din çalakkirina peymana dexlûdan dê berdewam bin û got ku pêdiviya welatên nû geşe dikin û kêm geşekirine bi berhemên hinardeya Rûsya û Ukraynayê hene.

Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dê derbarê mijarê de ligel serokên Ukrayna û Rûsyayê di demek nêzîk de hevdîtinekê pêkbîne û got:”Serokkomarê me bi taybetî bi vê mijarê re eleqedar e û em bawer dikin ku em dê vê meseleyê çareser bikin.”

Li gor zanyariyan Rûsya û Ukrayna 1 li ser sêyê tevahiya berhemê genim li cîhanê berhetînin û ew herdû welat rêjeyeke diyar a genim û berhemên dexlûdan hinardeyî welatên cîhanê dikin, lê piştî ku di Sibata îsal de di navbera herdû aliyan de şer destpêkir, vê yekê bandor li ser hinardeya genim û dexlûdan jî kir û li tevahiya cîhanê nirxê xorakê zêde bû. Lê di Hezîrana îsal de bi beşdariya Rûsya, Ukrayna û Tirkiyê bi serperiştiya Neteweyên Yekbûyî li bajarê Stenbolê, ji bo veguhastin berhemên dexlûdan û xorakê yên Ukraynayê, bi rêya Deryaya reş bo bazarên cîhanê, peymanek hatibû îmzekirin û di çarçoveya wê peymanê de dexlûdanê Ukraynayê bo bazarên cîhanî dihat veguhastin, lê Wezareta Berevaniya Rûsyayê 29ê vê mehê  ragihand ku ew ji wê peymanê vekişiyane û sedema wê jî bi êrîşeke li ser yek ji keştiyên xwe yên çavdêriya keştiyên hinardeya dexlûdan ve girêdabû.

Tirkiyê ji destpêkê vê di nav vê proseyê de cih girtibû ew peyman bi navbeynkariya wê li bajarê Stenbolê hatibû îmzekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst