Enqere (Rûdaw)- Medyaya Tirkiyeyê, serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li pêşmergeya kirî, bi şiroveyan weşand.
Mesûd Barzanî bi mebesta Cejna Remezanê serdana pêşmergeyên di eniyên şer de kiribû. Ew serdanan di medyaya Tirkiyeyê de îro cih girt.
Haberturkê bi serenavê, “Pêşmerge bo DAIŞê xwe amade dike” nûçe weşand û gotinên Mesûd Barzanî wiha nîşan da: “Li hemberê DAIŞê nîşanên şerî.”
Rojnameya Cumhuriyetê jî nûçe bi serenavê, “Ji Barzanî bangawaziya Rojava” da. Di nûçeyê de gotinen Barzanî wiha hatin nivîsandin:
“Hûn çawa Başûrê Kurdistanê diparêzin, dîve wisa hûn birayên xwe yên Rojavayê jî biparêzen û alîkariya wan bikin.”
Di rojnameya Tarafê de jî nûçeyê li serdana pêşmerge, bi vê serenavê cih girt: “Barzanî banga parastina Rojava kir.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse