Alîkarê Erdogan: Nabe Bexda bûdce û mafên Kurdistanê qut bike

01-06-2014
RÛDAW
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç, diyar kir ku di destpêkê de pêwendiyên Tirkiye û Iraqê baş bû lê ji ber siyaseta Malikî ya xelet ev pêwendî aloz bûne. Arinç, piştgirî da hinartina nefta Kurdistanê bi rêya Tirkiyê re û ragihand, dibe ku di navbera hikûmeta navendî û Herêma Kurdistanê de hinek nakokî hebin lê ev nayê wê wateyê ku divê bûdceya herêmê were birrîn û mafên wê neyên dayîn. Alîkarê Erdogan, li ser hilbijartinên serokomariya Tirkiyê jî got, wisa xuya ye ku Serokwezîr Erdogan dê bibe namzedê AKPê yê serokomariyê.

Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê û Berdevkê Hikûmeta AKPê, Bulent Arinç duh bi bû mêvanê bernameya “Liqa el Yewm” (hevpeyvîna rojê) a televîzyona El Cezîrê ya Qeterê.

Bulent Arinç, li ser hilbijartinên serokomariya Tikriyê ku roja 10ê Tebaxa îsal tê lidarxistin, got ku hemû şirove û encam wisa nîşan didin ku Erdogan dê bibe namzedê AKPê yê serokomariyê û da zanîn, AKP dê heta nîva meha Hezîranê namzedê xwe eşkere bike.

Li gorî Arinç, eger Erdogan bi fermî bibe namzedê serokomariyê Abdullah Gul, ku roja 28ê Tebaxê heyama serokomariya wî xilas dibe dê hurmeta biryara Erdogan bigire.

Berdevkê Hikûmeta AKPê, li ser pêwendiyên navbera Enqere-Bexdayê û Bexda-Hewlêrê de jî got, beriya niha pêwendiyên me û Iraqê baş bûn lê vê dawiyê ji ber siyaseta serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ya cihêker ez dikarim bêjin ku pêwendiyên me aloz bûne lê li gorî encamên hilbijartinên vê dawiyê yên Iraqê, ez bawer nakim Malikî êdî bikaribe siyaseta xwe ya cihêker bide meşandin çimkî hikûmeta nû dê bi tevlîbûna sunnî, şîe, tirkmen, kurd û ereban pêk were.

Bulent Arinç, li ser kirîza hinartina nefta Kurdistanê bi rêya Tirkiyê re jî got, Bakûrê Iraqê (Herêma Kurdistanê) dixwaze nefta xwe bifroşe lê li ser vê yekê di navbera hikûmeta navendî û herêmê de nakokî hene. Helbet ev nakokî dê bên çareserkirin lê ev nayê wê wateyê ku bûdce û mafên herêma Bakûrê Iraqê neyên dayîn.

Alîkarê Erdogan, da zanîn ku Herêma Kurdistanê dixwaze bi Tirkiyê re li ser firtona nefta xwe rêkeftinê îmze bike lê heta niha ev rêkeftin nehatiye îmzekirin û tenê lihevkirin çêbûye û diyar kir, hinartina nefta Kurdistanê bi rêya Tirkiyê re bi sûda Tirkiyê ye jî.

Bulent Arinç, ji her du hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê xwest, Tirkiyê nexin nav nakokiyên xwe ji ber ku ew hesasiyeta ku Bexda ji Enqerê dixwaze, Enqere berçav digire.

Li ser hilbijartinên Sûriyê jî wî rayedarê tirk, got ku hilbijartinên Sûriyê bûyerek pêknok e çimkî li nav Sûriyê de 6 milyon kes bêcîh û war in her wiha 2 milyon kes jî ji welatê xwe derketine û penaber bûne vêca Beşar Esed dê çawa hilbijartinê li dar bixe?

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst