ENQERE - Akademîsyen girtina Wikipedia rexne dikin

01-05-2017
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wikipedia hate girtin
Wikipedia hate girtin
Nîşan Wikipedia Tirkiye Girtin
A+ A-

Enqere (Rûdaw)– Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê malpera Wîkîpedia hate qedexekirin. Wikipedia yek ji wan malperan e, ku li seraserê cihanê li ser gellek babetan agahî û zanyarîyên berfireh belav dike. Li Tirkiyê jî herî zêde xwendekar, rojnamevan û akademisyen sûdê ji  vê malperê werdigirin. Hikumeta Tirkiyê heta niha çi daxuyanî di derbarê mijarê de nedane lê baweriya xelkî ew e, ku sedema girtina Wikipediayê siyasî ye. 

 

Li Tirkiyê beyî biryara dadgehê malpera agahî û zanyariyan Wikipedia hate girtin. Biryara girtina vê malperê herî zêde ji aliyê xwendekar, rojnamevan û akademiysena we tê rexne kirin, ku malpera navborî ji bo wan aliyan çavkaniyeke girîng ya agahî û zanyarîyan bû. 

 

Akademisyen  Eskender Kahraman derbarê vê yekê de ji Rûdawê re got; “Weke pisporekî ez li ser Rojhilata Navîn kar dikim. Dixwînim û raportan dinivîsim. Çavkaniya min a herî giring jî Wikipedia bû. Wikipediayê ji aliyê xwendekar, mamoste, akademisyenan ve tê şopandin. Vê biryarê em mexdûr kirine.”

 

Hikumeta Tirkiyê heta niha derbarê girtina Wikipedia de çi daxuyanî nadene lê gorî agahiyên gehiştine ber destê Rûdawê sedema girtina malperê  ew e, ku  di hindek gotaran wê malperê de  behsa komkujiya ermanan hatiye kirin, PKKê weke  rêkxistina azadîxwaz a kurd hatiye bi nav kirin  û hatiye  îda kirin ku  Tirkiye piştgriya DAIŞê dike.

 

Rojnamevan Kadir Gurhan jî got; “Weke rojnamevanek ez dibêjim ku qedexeya li ser Wikipedia em xistina nav fikaran. Mafê raya giştî heye ku bigehe zanyarîyan , niha ev mafê xelkî hatiye asteng kirin. Sedemên ku hatine dîhar kirin nabine hecet ku sansûr li ser xelkî were meşandin.”

   

Li Tirkiyê Wikipedia di nav malperên, ku tên şopandan de di rêza 16emîn de bû û weke “Anskilopediya Azad” dihat bi nav kirin. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst