Mehmet Şimşek: Pirsgirêka kurdan heye

01-04-2015
RÛDAW
Mehmet Şimşek
Mehmet Şimşek
A+ A-

 

Stenbol (Rûdaw) - Wezîrê Darayiya Tirkiyê Mehmet Şîmşek got ku li Tirkiyeyê pirsgirêka kurdan heye û ji ber wê jî 40 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye.

 

Wezîrê Darayiya Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek di civîna Aborî ya Tirk û Erebî de behsa pirsgirêka kurdan kir û got ku li Tirkiyeyê pirsgirêka kurdan heye û ji ber wê jî 40 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye.

 

Di heman civînê de li ser têkiliya di navbera dewletên Erebî û Tirkiyeyê de hate nîqaş kirin. Balyozê Lîga Erebî yê Tirkiyeyê Muhamed Fatîh El Nacerî jî ji bo televizyona Rûdawê diyar kir ku Rojhilata Navîn di dermeke ne normal de derbas dibe.

Di demeke ku şerê li Yemenê bandora xwe li temamê herêma ereban û welatên cîran dike li Stenbolê dehemîn Forûma Aboriya Tirk û Ereban hate li dar xistin. Ji welatên weke Qeter, Bahreyn, Iraq, Lubnan û Libyayê gelek wezîr û karmend beşdarî civînê bûn. Wezîrê Darayî yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek jî di civînê de axavtinek kir û behsa pirsa Kurd ya li Tirkiyeyê kir.

Wezîrê Darayî yê Tirkiyê Mehmet Şîmşek anî ziman li Tirkiyeyê pirsêga kurd heye û wiha domand:

“40 hezar kesan ji ber vê pirsgirêkê jiyana xwe ji dest dan. Di 30î salên dawî de aboriya Tirkiyeyê ji ber vê pirsgirêkê 300 milyar dolar winda kir. Bi windahiyên nerast digihêje 500 milyar dolarî. Em êdî naxwazin milyar dolaran winda bikin. Hikûmeta me niha pêvajoya çareseriyê bi serkeftî bi rê ve dibe. Bangewaziya çekdayinê tê kirin. Dibe ku di dema bê de biserkeve. “

 

Balyozê Lîga Erebî yê Tirkiyeyê Muhamed Fatîh El Nacerî ji bo televizyona Rûdawê behsa rewşa Rojhilata Navîn û artêşa hevbeş ya welatên Erebî kir. Lê belê Nacerî nexwest bersiva pirsa derbarê bûyerên li Yemenê bike.  

Muhamed Fatîh El Nacerî eşkere kir ku Pêşveçûnên dawî yên li welatên erebî bi amadebûna serok û serkirdeyên welatên erebî û li lûtkeyê Şarmel Şêxê hate nîqaş kirin û wiha pê de çû:

“Li ser çend tiştan li hev kirinek çêbû. Yek ji wan jî çêkirina hêzeke erebî ye û zindîkirina parastina hevbeş e. Me ji bo vê hêzê lijneyek ava kiriye. Ev herêm ji ber ku hêzên derveyî mudaxele dikin di demeke ne normal de derbas dibe. Lazime welatên erebî li ser lingên xwe bisekinin û bi xwe bawer bibin. Dabeşkirinên mezhebî ji bo hemwelatiyên welatên erebî xirab e û ev tiştekî herî metirsîdare.”

 

Hat diyar kirin bi munasebeta civînê dê karmendên welatên Erebî û Tirkiyeyê danûstandina derbarê aboriyê de bikin û bi hev re projeyan çêbikin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst