HDP bi stratejiyeke du alî xwe ji hilbijartinên şaredariyan re amade dike

01-03-2019
RÛDAW
Baregeha navendî ya HDPê li Enqerê.
Baregeha navendî ya HDPê li Enqerê.
Nîşan Tirkiye HDP Hilbijartinên şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HDPê bi stratîjiyeta " Li Bakurê Kurdistanê dengê yekem, û li rojavayê Tirkiyê dengê Hevpeymaniya Komar kêm bike" xwe ji bo hilbijartinanên dawiya vê mehê amade kiriye.

 

Stratejiya HDPê ji bo hilbijartinên şaredariyê ev e, ku li Bakurê Kurdistanê dengê yekem be, û li rojavayê Tirkiyê jî dengê Hevpeymaniya AKP-MHPê kêm bike.

 

Di çarçoveya wê stratejiyê de, tevî ku partiyên Opozîsyona Tirkiyê red kirin hevpeymaniyê li gel HDPê bikin, lê li gor hin rapirsiyan, %80ê dengderên HDPê li bajarên Tirkiyê dê dengê xwe bidin wan partiyên opozîsyonê. Ew jî weke hewlekê jibo rûbirûbûna hevpeymaniya AK Partî û MHPê tê nirxandin.

 

Her li gor rapirsiyan, ew dengderên ku hîn biryar nedane dengê xwe bidin kê, ewqas hejmara wan zêde ye ku dikarin encamên hilobijartinan yekalî bikin, ew jî bi ser du bereyan de dabeş bûne, hejmarek ji wan ji ber partiyan û hejmarek ji wan ji ber hevpeymaniyan xwe yekalî nekirine.

 

Li gor hilbijartinên berê ku li Tirkiyê hatine encamdan, rêjeya dengderên HDPê li bajarên rojavayê Tirkiyê û herwiha li Bakurê Kurdistanê bi vî awayî ye:

 

- Li 11 parêzgehên Tirkiyê 2 milyon û 690 hezar dengderên HDPê hene.

 

- Li hemû Bakurê Kurdistanê 2 milyon û 630 hezar dengderên HDPê hene.

 

- Tenê li Stenbolê 1 milyon û 195 hezar û 602 dengderên HDPê hene ku %12.7ê dengên Stenbolê pêk tîne.

 

- Rêjeya dengên ne diyar ên HDPê li Stenbol, Enqere, Izmîr, Bursa, Antalya û Edeneyê derdora %26ê dengderan dibe.

 

- Dengderên HDPê dikarin di serkeftina bi ser hevpeymaniya Mîlet yekalîkir bin.

 

- HDPê li 23 bajarên Bakurê Kurdistanê tenê li 18 bajaran berbijrên xwe diyar kirine.

 

- Li 30 parêzgehên Tirkiyê berbijêrên HDPê hene.

 

HDPê bi stratîjiyeta " Li Bakurê Kurdistanê dengê yekem, û li rojavayê Tirkiyê dengê Hevpeymaniya Komar kêm bike" xwe ji bo hilbijartinanên dawiya vê mehê amade kiriye.

 

HDP dixwaze bi wê stratejiya xwe deshilata AK Partiyê li Bakurê Kurdistanê û bi giştî li Tirkiyê kêm bike, daku nikaribe dubare siyaseta qeyûm bi kar bîne. Herwiha HDP kar li ser arasteya duyem jî dike, ji bo ku bereya opozîsyonê were bihêzkirin û serkeftina wê bereyê li bajarên mezin ên Tirkiyê were misogerkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst